Kremlînê bersiv da Erdogan: Operasyon senaryoya herî xerab e

Kremlînê bersiv da Erdogan ku gotibû, "Di her kêliyê de operasyona li Idlibê dikare dest pê bike, şevekê ji nişka ve em dikarin bên." Peskov got, "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikumetê yên Sûriyeyê wê senaryoya herî nebaş be."

Kremlînê di cih de bersiv da gotinên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku gotibû "Operasyona li Idlibê di her kêliyê de dikare bê kirin." Berdevkê Kremlînê Dîmîtry Peskov got, "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li Idlibê li dijî hêzên hikumetê yên li Sûriyeyê wê senaryoya herî nebaş be."

Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û got, "Ji bo rejîm xwe vekişîne rojên dawî ne, me êdî hişyariyên xwe yên dawî dikin. Operasyona li Idlibê di her kêliyê de dikare bê kirin. Em ê Idlibê ji rejîmê û palpiştên wê re nehêlin. Mîna her operasyonê şevekê em dikarin ji nişka ve bên. Operasyona Idlibê di her kêliyê de dikare pêk were. Berdêla xwe çi dibe bila bibe em bi biryar in ku Idlibê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo gelê herêmê bikin herêmeke ewle."

Ev gotinên Erdogan ji Berdevkê Kremlînê Peskov hate pirsîn. Peskov jî got, "Em vê gavê li gorî senaryoya herî nebaş nirxandinê nekin" û wiha dewam kir: "Eger niha li dijî rêxistinên terorê yên li Idlibê yan jî li dijî van rêxistinên terorê yên xwedî çek û cebilxaneyeke mezin e operasyoneke ji bo tinekirinê mijara gotinê be, hingî ev yek gaveke di çarçoveya Mûtabaqata Soçî de ye. Ev yek ji xwe berpirsyariya aliyê Tirk e. Eger qala operasyonek li dijî hikumeta Sûriyeyê ya rewa, li dijî artêşa Sûriyeyê tê kirin, ev yek wê bibe senaryoya herî xerab."

Wezırê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî têkildarî mijarê ragihand ku di hevdîtina navbera heyetên Rûs û Tirk ên li Moskowayê lihevkirin pêk nehatiye.