Koordînasyona Ewropa û Derveyî Welat a Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Koordînasyona Ewropa û Derveyî Welat a Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Koordînasyona Ewropa û Derveyî Welat a Tifaqa Ked û Azadiyê hate avakirin.
Nûnerên li Ewropayê yên partiyên endamênTifaqa Ked û Azadiyê , rêxistin, sazî û dezgehên ku piştgiriyê didin tifaqê û rewşenbîr li bajarê Kolnê yê Elmanyayê kom bûn û dest bi xebata hilbijartinê kirin.
Di civînê de Koordînasyona Ewropa û Derveyî Welat a Tifaqa Ked û Demokrasiyê ya ku ji 13 kesan pêk tê hate avakirin.
Di civînê de hate diyarkirin ku wê hemû partî bi pêkhateyên xwe civînan bikin û li hemû welatên ku hilbijêr lê hene divê li hemû bajaran heta 15’ê Sibatê komîsyon û komîteyên xwe ava bikin.
Hate diyarkirin ev koordînasyona ku ji 13 kesan pêk tê wê xebatên rojane yên hilbijartinê bikin, tevkariyê li plansaziyan bikin, xebatan bişopînin, kontrol û koordîne bikin.