Konsolosxaneya Tirk fermana serdegirtina li Lahrê daye

Li bajarê Lahrê yê Elmanyayê polîsan girtin ser malên rêveber û hevserokên komele û NCDK’ê. Mesût Aslan ê ku rêveberê komeleyê ye got; “Konsolosxaneya Tirk ferman daye.”

Li bajarê Lahrê yê Elmanyayê polîsan girtin ser Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk û malên rêveberan.

Serdegirtin saet di 07.00’an de pêk hat. Mesût Aslan ê ku rêveberê komeleyê ye û polîsan girtine ser mala wî got; “Di navbera salên 2017-2019’an de bi hinceta ku di çalakiyan de ala û flamayên ‘qedexe’ hatine hilgirtin, girtibûn ser komele û malên me. Kûçik û polîsên taybet jî tevlî van lêgerînan bûbûn. Dest danîbûn ser telefonên me.”

Aslan diyar kir ku şaredariyê komele daye wan û got: “Dema polîsan girtin ser mala me, xwestin min bibin komeleyê. Ez bi parêzerê xwe re axivîm, ji min xwest neçim komeleyê. Lê ji ber ku şaredariyê komele dabû me, mifte bi wan re jî hebû. Bi vî awayî ketin hundir. Dest danîn ser ala û flamayên li komeleyê.”

Aslan diyar kir ku li pişt serdegirtinê Konsolosxaneya Tirk heye û wiha domand: “Konsolosxaneya Tirk gilî dike û bi fermana dozgeriya Karlsrûhe lêpirsîn tê destpêkirin. Min ji polîsan re jî got ‘Bi fermana dewleta Tirk êrişî me tê kirin, dixwazin komeleyên me krîmînalîze bikin. Em vî tiştî qebûl nakin.”

Ji ber xebatên wî yên siyasî û çalakiyan xwestine Mesût Aslan dersînor bikin. Mesût Aslan ji Tebaxa 2020’an û vir ve her hefte îmzeyê dide û nikare ji herêma xwe derkeve.