Kongreya Avakirinê ya Dersimê: Me Madimak ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Kongreya Avakirinê ya Dersimê bi bîr xist ku Komkujiya Madimakê ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye, nabe ku di ber demê re biçe û got, "Heta ku em nebêjin ev doz qediya ye, wê neqede."

Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimak a Sêwasê piraniya wan nivîskar û hunermend 33 kes hatin qetilkirin. Kongreya Avakirinê ya Dersimê ji ber salvegera vê komkujiyê peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Komkujiya Sêwasê yek ji sûcên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan, Elewiyan û hêzên demokratîk e û hate gotin, "Komkujiya çaryeka dawî ya sedsala bîstemîn a komkujî û qirkirina Kurd û Kurdên Elewî ye ku bi destê dewleta neteweya Tirk hatiye kirin.

Beriya 9 salan dewletê bi zanebûn ev doz li ber dembihurînê xist û bi vî rengî kujer parastin.

Van kujeran bi hêsanî cihê xwe li qadên girîng ên dewletê girtin, wezîfe ji wan re hate dayin. Hin ji wan kirin şaredar û hinek jî kirin parlamenter. Bi vî rengî weke aktorên siyasî yên mejiyê nijadperest û komkujiyê xelat ji wan re hate dayin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dîktatoriya yek şexsî ya AKP-MHP'ê bi dagirkirina Kurdistanê re qirkirina çandî û fîzîkî ya li ser Kurdan û Elewiyan dewam dike.

Kongreyê diyar kir ku mîna şewitandina mirovan a li Komkujiya Sêwasê, niha jî li dijî Kurdan çekên kîmyewî têne bikaranîn û heman sûc tê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yekane rêya pêşîgirtina li qirkirina çandî, fîzîkî û siyasî û rêya hesabpirsîna ji van komkujiyan, bilindkirina têkoşîna rêxistinbûyî ye."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin ti carî li ber dembihurînê nakevin û hate gotin, "Em careke din destnîşan dikin ku heta em nebêjin ev doz qediya ye, wê ev doz ti carî neqede."

Di daxuyaniyê de şehîdên Komkujiya Madimakê hatin bîranîn û mejiyê dewleta Tirk a faşîst hate şermezarkirin.