Kongreya Asayî ya 4'emîn a FCK'ê diyarî berxwedêran hate kirin

Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) kongreya xwe ya 4'emîn diyarî berxwedêran kir û navê xwe jî guhert, kir Federasyona Gelên Kurdistanî (Fed-Gel).

Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) a Bayer/Baden-Wurtenberg, li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê kongreya xwe ya 4'emîn lidar xist.

Ji bajarên Esslîngen, Tubingen, Reutlingen, Freîburg, Heîlbronn, Nurnberg Ulm, Bodensee bi dehan delege tevlî kongreyê bûn. Her wiha partiyên çep yên Alman Die Linke, EMMP tevlî kongreyê bûn.

Di destpêka kongreyê de bi navê KCDK-E'yê Mûrat Ceylan axivî û got, "Em 4. Kongreya FCK diyarî girtiyên ku li zindanên Tirkiyeyê û gelê me yê ku her roj li çiya û kolanan li ber xwe didin, dikin."

Mûrat Ceylan diyar kir, ku ji bo rawestandina êrişên  dagirkerî û îmhayê yên li ser Kurdistanê ew ê xwe ji qadan venekeşin û bal kişand girîngiya xwedîderketina li berxwedana gerîlayan. 

Ceylan da zanîn ku kiryarên ku li ser cenazeya Aysel Dogan hat kirin divê ti carî neyê jibîrkirin û wiha got: “Em ê xeyalên Hevala Aysel pêk bînin û têkoşîna vê bidin domandin."

Gelek sazî û rêxistinan jî peyam ji kongreyê re şandin.

Siyasetmedar Selîm Sadak jî beşdarî kongreyê bû û êrişên dagirkeriyê şermezar kir. Selîm Sadak got, PDK bi îxaneta xwe nîşaneya şermê ye û got; “Rûmeta xwe ji bo pereyan firot. Em ê wê ti car jibîrnekin."

Li ser navê TJK-E Gulay Akdemîr axivî, di şexsê Aysel Dogan de berxwedana bi rûmet a jinan silav kir û "Hemû pergalên faşîst li hemberî berxwedana bi rûmet a jinan ditirsin. Aysel Dogan jî ji bo dewleta Tirk wisa bû."

Parlamenterê Die Linke Bernd Rixinger jî li kongereyê bi silavkirina gel dest bi axaftinê kir. Rixinger wiha got: "Em têkoşîna we ji dil silav dikin. Ji zêdetirî meheke e hikûmeta Erdogan li dijî gerîlayên Kurd êriş daye destpêkirin. Ez ji vê derê didim zanîn ku terorîst tenê Erdogan û alîgirên wî ne. Kurd û PKK ne terorîstin. Carekê li gel Selahattin Demîrtaş axivîm. Ji min re got; Rewş wisa diyar dike ku ez ê herim girtîgehê. Piştî çend mehan min dît ku ket girtîgehê. Ev yek teqez neqanûniye. Dîsa Abdullah Ocalan, Selahhattîn Demîrtaş û hemû girtiyên siyasî silav dikim û azadiyê dixwazim. Mijareke din a xemgîn jî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ye. Dîtina PKK ya di lîseteya terorê de me xemgîn dike. PKK jî wekî me çepgire û azadiya gelê xwe dixwaze."

Piştî axaftinan sînevizyona çalakî û bernameya federesyonê hate nîşandan û li ser pêşniyarê navê federesyona hat guhertin û bû Federesyona Civakên Kurdistanî (Fed-Gel).

Li kongreyê hevserokên federasyon û rêveberiya ji 7 kesî hatin hilbijartin.