Heyva Sor a Kurdistanê kongreya 29'an pêk anî

Heyva Sor a Kurdistanê ya li Elmanyayê, ku saziyeke alîkariyê ya Kurdistanê ye kongreya xwe ya 29'an lidar xist.

Saziya Alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê ya li Elmanyayê kongreya xwe ya 29’an lidar xist. Kongre li bajarê Troîsdorf ê Elmanyayê bi tevlîbûna endam û mêvanan pêk hat.

Di destpêka kongreyê de Serokê Heyva Sor  Dr. Rojvan Bîlgîn axivî.

Bîlgîn xebatên Heyva Sor ên sala 2020’an û 5 mehên sala 2021'ê bi awayekî berferh nirxandin û got, "Li Kurdistanê civaka ku ji aliyê hêzên serdest ve bi xizanî, bêkarî û birçîbûnê re rû bi rû hatiye hiştin, rewş hê jî xerab e. Li gel êriş û zextên serdestan, vîrûsa koronayê jî rê li ber encamên kambax vekir. Ji ber vê yekê, pêwîstiya alîkariya bi mirovên muhtac re ji her demê zêdetir bû. Saziya me a beriya 29 salan li ser hîmê alîkariya mirovên muhtaç ava bûye, bê navber xebatên xwe dewam dike. Ji roja hatiye damezirandin her tim hewl da li gorî prensîbên alîkariyê yên gerdûnî tevbigere û li ser hîmê vê rastiyê mohra xwe li gelek xebatên pîroz daye. Di çarçoveya xebatan de, saziya me heya niha gelek navendên tendirûstiyê û nexweşxane ava kirine. Ji bo deverên ku mirov li wir mexdûr bûne, alîkariya lezgîn a derman û pêwîstiyên jiyanî peyda kirine. Sala 2020’an û 5 mehên sala 2021'ê ji ber encamên xerab ên êrîşên dewleta Tirk her wiha rewşa xerab a vîrûsa koronayê, hemû derfetên xwe ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên kesên mexdûr li Kurdistanê bi kar anîne."

Piştî axaftinê, dîwana Kongre hat hilbijartin û raporên xebat û maliyê yên sala 2020'an û û 5 mehên sala 2021'ê hatin xwendin.

Di nirxandinan de hat gotin, li ber vîrûsa koronayê û erîşên dewlata Tirk, hijmara kesên mexdûr û hewceyî alîkariyê zêdetir bûne. Ji bo vê lazime ku Heyva Sor a Kurdistanê di serî de xebata endam çêkirinê û her wiha hemû beşên alikarî komkirinê de wek qumbere, kampanya, bi saziyên biyanî û navneteweyî re proje çêkirin de xebatên xwe xurttir bike da ku pêwistiyên kesên mexdûr bi cih bîne.

Delegeyan raporên xebat û maliyê erê kirin û soz dan ku ew ê demên pêş hê zêdetir ji bo kesên mexdûr li Kurdistanê xebatên alîkariyê bikin.

Her wiha li ser xebatên demên pêş biryar hate dayin ku ew ê hewldanên xwe di serî de ji bo bicihanîna pêwîstiyên Şengal, Mexmûrê û her wiha ji bo mexdûrên her deverên Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat jî dewam bikin.

Her wiha biryara zêdekirina hejmara zarokên ku ji projeya zarokên sêwî û bêxwedî alîkarî digrin, hat dayîn.

Di dawiya kongreyê de rêveberiya nû hate hilbijartin.