KONGRA-GEL: Statu û azadiya Şengalê ji bo me xeta sor e

KONGRA GEL bi daxuyaniyekê bal kişand ser pîlanên li ser Şengalê û destnîşan kir ku azadî û statuya xelkê Êzidî û Şengal a pîroz ji bo wan xeta sor e. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi her awayî divê azadiya Şengalê bê parastin."

Hevserokatiya Dîwana KONGRA GEL bi wesîleya salvegera 42'emîn a damezrandina PKK'ê û pîlanên li ser Şengalê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de salvegera 42'emîn a PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên Kurdistanê, têkoşeran û tevahiya mirovahiya pêşketî hate pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî hatin bîranîn û rojbûna PKK'ê li malbatên şehîdan hate pîrozkirin.

'DÎROKA KU HATIBÛ BEREVAJÎKIRIN BI TÊKOŞÎNA PKK'Ê HATE SERERASTKIRIN'

KONGRA GEL ragihand ku rojbûna PKK'ê ji bo gelên Kurdistanê bû destpêka dîrokeke nû û wiha dewam kir: "Dîroka ku hatibû berevajîkirin, bi têkoşîna PKK’ê hat serarastkirin. PKK bi têkoşîn û qehremaniya xwe, ji gelê Kurdistanê re bû hêvî û baweriya serketinê, bû hêviya jiyana azad. Ev hêvî û bawerî rexmê siyaseta pergala kapîtalîst-emperyal û yên dewletên dagirker, her tim bilind bû, di nav çar perçeyên Kurdistanê de bû hêza Kurdê azad.

Tixûbên ku sed sale bi destê dagirkeran di mejiyê gelên Kurdistanê de di aliyên ol, mezheb, eşîret, zarava û hwd. de parçebûn çêkiribûn, PKK bi tekoşîna xwe wan dîwar û tixûban têk bir, bi zîhniyet û ruhekî nû, civak û neteweke nû ava kir. Li hemberî desthilatdariya zilam, bi têkoşîna azadiya jinê di nav gelên Kurdistanê de şoreşa herî mezin ya civakê çêkir. Ji ber vê yekê jî PKK şoreşa jinê ye, partiya jina azad e. Têkoşîna jinên Kurdistanê di Rojhilata Navîn û cîhanê de pêşengtiya jiyana azad dike."

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dîroka PKK’ê, dîroka têkoşîna Rêber Apo ye. Lêgerîna Rêber Apo ya ji bo mirovê azad, Kurdê azad û civaka azad, bi paradigmaya konfederalîzma demokratik û netewa demokratik gêhîştiye lutkeya herî jor. Nêrînên Rêber Apo bi Şoreşa Rojava, di nav gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de deng veda û ji bo mirovahiya pêşketî re jî bûye hêviya jiyana azad.

'RÊBER APO Û PKK'Ê SIYASETA SED SALÎ YA FAŞÎST A DEWLETA TIRK TÊK BIR'

Têkoşîna Rêber Apo û ya PKK’ê, siyaseta faşist a dewleta Tirk a sed salî vala derxist. Dewleta Tirk ji ber vê siyaseta xwe ya serneketî di nav kriz û kaoseke mezin de ye û her diçe jî ev giran dibe, rejîma faşîst ber bi têkçûnê ve diçe. Têkçûna faşîzmê ne ku tenê li Bakûr, li hemû parçeyên Kurdistanê de pêşiya çareseriyên mayînde vedike.

Faşîzma dewleta Tirk ji bo ku têk neçe, hemû hêviyên xwe girêdabû şerê teknîk, ji ber vê yekê jî hemû derfetên xwe ji bo şerê teknîk pêşkêş kir. Lê belê PKK di destpêka damezrandina xwe heta niha her tim di demê zor û zehmetiyên giran de, bi hemleyên surprîz û mezin serketinê esas girt. Li hemberî şerê teknîk jî heman serketinê bidest xist. Berxwedana gerîla ya li Heftanînê, hêviya dewleta Tirk ya teknîkê vala derxist, ev rewş krîza dewletê her diçe daha jî giran dike.

Faşîzma dewleta Tirk bi hewldaneke dawî ji bo pêşiya têkçûna xwe bigre, li Başûrê Kurdistanê li gel Emrîka û PDK’ê li hemberî gerîla bi planeke berfireh dixwaze encam bigre. Dixwaze di navbera PKK û PDK’ê de şer derxe, moralê gelên Kurdistanê xira bike, îmaja gelê kurd ya li cîhanê xira bike. Bêguman ev tenê mesela PKK û PDK’ê nîne, şerekî bi vî rengî hemû destkeftiyên çar perçe yên Kurdistanê dike xeterê. Li hemberî viya pêwîst e gelê me bi hemû hêza xwe li welat û derveyî welat seferber bibe, li ser PDK’ê zext bike û pêşiya şer bigre. 

'LI DIJÎ KONSEPTA LI SER ŞENGALÊ BI RENGÊ SEFERBERÎ TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN'

Dîsa bi piştgiriya Emrîka û dewleta Tirk, PDK û hukumata Bexda li ser têkbirina destkeftên Şengalê îttîfaq kirin. Di vê çarçovê de hukumata Irak’ê hêzeke mezin biriyê Şengalê. Dixwazin destkeftên gelê Şengalê têk bibin, dixwazin komkujiya ku DAÎŞ nikabibû pêkbîne, niha bi awayekî cuda pêkbînin.

Konsepta Şengalê jî parçeyekî têkbirina destkeftên kurdên azad e û destkeftên hemû parçeyên Kurdistanê jî ji bo xwe hedef dike. Pêwîst e gelê me di hemû parçeyan de, li welat û derveyî welat bi awayekî seferberî, li hemberî vê konseptê yekîtiya xwe çêbike û tekoşîna xwe bilind bike.

PKK û KCK’ê di vê dema stratejîk de hemleya dîrokî ya pêngava “Dema Azadiyê” daye destpêkirin. Gelên Kurdistanê û dostên navnetewî ji bo azadiya Rêber Apo û têkbirina faşîzma dewleta Tirk li her deverê tevlî vê hemleyê dibin û her diçe tekoşîna xwe mezin dikin. 

'AZADÎ Û STATUYA XELKÊ ÊZIDÎ Û ŞENGAL A PÎROZ XETA ME YA SOR E'

Ji ber rewşa Şengalê jî pêwîst e bi awayekî lezgînî gel û dostên me têkoşîna xwe ya li her deverê bilind bikin û diyar bikin ku gelê Şengalê tenê nîne. Azadî û statûya gelê me yê Êzdî û Şengal a pîroz, ji bo me xeta sor e. Bi hemû awayî bi berxwedana gelê me pêwîst e azadiya Şengalê bête parastin.

Gelê Kurdistanê rexmê êrişên dijmin û xeteriyên demê, ji hemû deman zêdetir nêzîkî azadiyê ye, rejîma faşist a dewleta Tirk jî ji hemû deman zêdetir nêzî têkçûnê ye. Bi vê bîr û baweriyê di têkoşîna PKK’ê ya sala 43’emin de ji bo azadiya Rêber Apo û têkbirina rejîma faşist, ji têkoşîna gelê me û hemû hevalan re serketina mezin dixwazin."