KONGRA-GEL: Komkujiya Taksîmê plana tarî ya faşîzma AKP-MHP'ê ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL êrîşa li Stenbolê ya 13'ê Mijdarê şermezar kir û got, "Planeke tarî ya faşîzma AKP û MHP'ê ye."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand û ji bo êrîşa bombeyê ya li Taksîmê got, "Ronîkirina komkujiya Taksîmê wê pêşî li ronîkirina komkujiyên din jî veke ku ji aliyê desthilatdariya tarî ya AKP-MHP'ê ve hatin kirin."

Daxuyanî wiha ye:

"Em, êrîşa terorê ya 13'ê Mijdarê ku li Taksîm a Stenbolê li dijî sivîlan hate kirin bi tundî şermezar dikin. Eşkere ye ku komkujiya Taksîmê konsepteke şerê taybet a hikumeta AKP-MHP'ê ye. Mîna komkujiyên beriya niha li Enqere-Gar, Riha-Pirsûs, Amed, Dîlok û Mersînê bi destê DAÎŞ'ê hatin kirin, ev komkujî jî dewama heman konseptê ye.

Çekên kîmyewî yên ku hikumeta şer a AKP-MHP'ê li hemberî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, di nava raya giştî de bû sedema nerazîbûneke mezin. Nerazîbûna raya giştî ya li hemberî van çekan roj bi roj mezintir dibe.

Hikumeta AKP-MHP'ê ku di şerê qirêj de xitimî ye, dîn û har bûye. Di dîmenan de yên ku li çapemeniyê hatin weşandin, hate dîtin ku cenazeyên leşkerên Tirk ên di şer de mirine çawa ji aliyê artêşê ve hatin şewitandin.

Ev hemû asta hovîtiyê ya polîtîkayên hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê, rûyê wan ê qirêj û bi xwîn, tengaviya wan a di şerê qirêj de radixin pêş çavan.

Bûyera li Taksîmê planeke şerê taybet e ku hikumeta AKP-MHP'ê bi rêya vê yekê dixwaze rewşa xwe ya xitimandî ji holê rake, rojeva raya giştî ya li ser çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkeran biguherîne, îmaja erênî ya têkoşîna azadiyê ya jinê bişikîne ku bi jinên Kurd bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' pêşengiyê jê re dikin. Li aliyê din jî bi vê yekê dixwaze Rojava bike hedef û hincetê ji êrîşên nû re amade bike.

Faşîzma AKP-MHP'ê dijminê mirovahiyê ye, mejiyekî bêrehm e. Ji bo armanca xwe bi ser bixîne her rê û rêbazê bi kar tîne, siyaseteke bi xwîn a bêwijdan û bêexlaq e ku dikare gelê xwe, mirovên sivîl bi hêsanî qetil bike.

Bombeyên li Taksîmê teqiyan di destê hikumeta AKP-MHP'ê de teqiyan, Kujer jî Erdogan û Bahçelî ye. Ji bo desthilatdariyê ji dest bernede tiştek nîne ku nekin. Bûyera Taksîmê ev yek careke din nîşan da, ku hikumeta AKP-MHP'ê desthilatdariya xwe li ser şer û xwînê dewam dike.

Gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê, her kesên ku zilm û neheqî li wan tê kirin, ji bo ji faşîzma AKP-MHP'ê rizgar bibin divê seferber bibin. Ji bo rastiya komkujiya li Taksîmê eşkere bibe divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ronîkirina komkujiya Taksîmê wê pêşî li ronîkirina komkujiyên din jî veke ku ji aliyê desthilatdariya tarî ya AKP-MHP'ê ve hatin kirin.

Em careke din komkujiya li Taksîmê şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û şîfayê ji birîndaranr e dixwazin."