KONGRA-GEL: Gelê Ermen divê li ber xiyanetê rabe

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL radestkirina du şervanên Kurd ji aliyê Erîvanê ve ji bo dewleta Tirk şermezar kir û got, "Beriya her kesî divê gelê Ermen li ber vê xiyanetê rabe. Girîng e kes bêdeng nemîne."

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Du şoreşgerên Kurd ên bi navê Atîlla Çîçek (Leheng) û Huseyîn Yildirim (Elîşer) ku ji bo karên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê çûn Ermenistanê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve Mijdara 2021'ê hatin girtin. Di encama darizandinê de dadgeha pêwendîdar biryara berdana herdu kesan da. Lê belê tevî biryara dadgehê jî herdu şoreşgerên Kurd nehatin berdan. herdu şoreşgerên Kurd bi dizî radestî dewleta Tirk hatin kirin."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rayedarên Wezareta Edaletê ya Ermenistanê jî saziyên Kurdan ên doz dişopandin mijûl dikir û rastî vedişartin. Heta ku di çapemeniya Tirk de nûçeyeke dûrî ji rastiyê hate weşandin, ku tê de hate îdîakirin ku du şoreşgerên Kurd qaşo bi opreasyoneke li derveyî sînor hatine girtin. Vê ykê rûyê rast ê hikumeta Paşînyan nîşan da.

Hikumeta Paşînyan bi hikumeta faşîst a AKP-MHP'ê re bazareke qirêj kir û di encamê de du şoreşgerên Kurd ên bi navê Leheng û Elîşer radestî dewleta Tirk kir. Ev yek ne tenê xiyanetek li gelê Kurd e, di heman demê de xiyanetek li gelê Ermen e. Li hemberî gelê Ermen heqareteke mezin e.

Tevî ku polîtîkayên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina gelên Kurd û Ermen hîn jî dewam dike, hikumeta Paşînyan ev hevkariya qirêj kir. Rewşenbîr, hêzên siyasî û civakî yên gelê Ermen divê vê hevkariya qirêj mehkûm bikin.

Ji bo jiyaneke bi hev re ya li ser bingeha azadî, aştî û wekheviyê ya gelên Kurdistanê û gelên cîhanê, ciwanên şoreşger ên gelê Kurd bi berdêlên mezin têdikoşin. Radestkirina van ciwanên şoreşger xiyaneteke, bêrûmetiyeke mezin e li dijî gelên herêmê.

Hevkariya hikumetên Erdogan û Paşînyan, ji bilî zilm û mirinê tiştekî ji gelên Ermenistanê û herêmê re nîne. Rabûna li ber vê xiyanet, nokerî û qirêjiyê, ji bo paşeroja azad a gelên herêmê gelekî girîng e.

Di serî de gelê Ermen divê her kes li ber vê xiyanetê rabin û kes bêdeng nemîne. Ji bo hilweşandina siyaset û mejiyê noker, faşîst û qirker em bang li gelên herêmê hemûyan dikin ku ji bo avakirina sîstem û çandeke xwe dispêre azadî û demokrasiyê, bi berpirsyarî tevbigerin."