KONGRA-GEL: Bêdengiya li hember komkujiyên Efrînê sûc e

KONGRA-GEL bal kişand ser komkujiya li Til Rifatê û got ku li ber çavê cîhanê sûcê şer tê kirin, di serî de Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Emrîka, Rûsya, saziyên navnetewî û welatên din bêdeng in, ev sûc e.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî komkujiya li Til Rifat ku 2 jê zarok bi giştî 4 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes birîndar bûn daxuyaniyek da û got: “Bêdengî sûc e.”

KONGRA GEL bal kişand ser van xisûsan: “Dîsa bi topbarana dewleta Tirk li Til Rifadê 2 jê zarok 4 sivil hatin qetilkirin, gelek kes jî birîndar bûn. Ev sûcê şer li ber çavên cîhanê pêk tê. Li hemberî van sûcên şer Netewên Yekgirtî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa, Emerîka, Rûsya, saziyên navnetewî û welatên din bêdengin.

Ji aliyê dewleta Tirk ve dema dagirkirina Efrînê jî ev bêdengî hebû. Di destpêkê de heta niha ev bêdengî alîkariya ji bo dewleta Tirk û çeteyên wê ya herî mezin e.

‘BÊDENÎ SÛCÊ ŞER E; ŞIRÎKTÎ YE’

Bi zorê guhertina demografiya Efrînê, kuştin, qetlîam, tecawîz, revandin û firotina jinan û bi giştî kiryarên bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê çê dibin. Ev saziyên navneteweyî û dewletên ku li hemberî komkujiya Efrînê bêdengin, yekser şirîkên van sûcên şer in.

Gelê Kurdistanê û mirovahiya pêşketî, li hemberî komkujiya Efrînê vê bêdengiyê ti cara ji bîr nakin. Him ji dewleta Tirk him jî çeteyên wê hesabên komkujiyê tê pirskirin.

BANG

Em bang dikin ew saziyên navneteweyî û dewletên ku bi bêdengiya xwe şirîkên şer in; li hemberî trajediya mirovahiyê a li Efrînê tê kirin, helwest bigrin. Ya ku li Efrînê her roj tê kuştın nirxên mirovahiyê ye, wîjdana mirovahiyê ye. Pêwîst e dewleta dagirker û qirker a Tirk ji ber kiryarên xwe bête cezakirin û ji Efrînê bête derxistin.

‘BIKEVIN TEVGERÊ; SERKETIN YA GELÊ ME YE’

Gelên Kurdistanê welat û derveyî welat, pêwîst e di vê demê de em bi hemû derfetên xwe xwedî li berxwedana gelê Efrînê derkevin. Li Efrînê, li Şehbayê, li hemû deveran gelê Efrînê berxwedana xwe bi qehremanî dimeşîne, serkeftin ya gelê me ye."