KON-MED sersaxî ji malbata Bavê Huseyîn re xwest

KON-MED’ê bi peyamekê sersaxî ji malbat û heskiriyên bavê şehîd Pakrawan Ehmed Hecî Mihemed Remo bi navê (Bavê Huseyîn) ê tê nasîn ku wefat kir, re xwest.

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Almanya (KON-MED) di peyama xwe de qala kesayet û têkoşîna Bavê Huseyîn kir û diyar kir ku bi wefata wî gelek xemgîn bûne.

KON-MED’ê destnîşan kir ku Bavê Huseyîn li Gundê Kelhê sala 1947’an li Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê û zêdetirî 20 sal in li Elmanya penaber dijiya.

KON-MED’ê diyar kir ku Bavê Huseyîn bi welatparêzî û dilnizmî û têkoşîna xwe dihate zanîn û heta wefata xwe yek ji endamên aktîf di nava Saziya Malbatên Şehîdan û Xizmên Windayan (KOMAW) de kar dikir.

Di dewama peyamê de hate gotin ku yek ji daxwaza Bavê Huseyîn ew bû ku biçe Rojava li wir kar û xebat bike, lê ji ber nexweşiya xwe nikarî biçe. KON-MED’ê bibîr xist ku Bavê Huseyîn bavê yek ji şehîdên leheng Pakrewan bû û di nava civakê de hem ap, hem xal û hem jî rêber bû.

Herî dawî KON-MED’ê sersaxî ji malbat û heskiriyên Bavê Huseyîn, KOMAW û gelê Kurd re xwest û got: “Ruhê te şad be, tu wê tim di bîra me de bî.”