KON-MED: Faşîzm bêyî ku were têkbirin cejnên azad nabin

KON-MED di peyama cejnê de got, ''Helwesta herî Îslamî ew e ku mirov li dijî AKP'ê ya ku dagir dike û dikuje bibe xwedî helwest û têbikoşe.''

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên Elmanyayî (KON-MED) peyama Cejna Qurbanê da.

Di peyamê de hate gotin dewleta TC'ê ya mêtinger a Erdoganê faşîst û dîktator û hêzên noker û paşverû ve cejn ji bo gelan kirine jehr.

Di peyamê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser hemû Kurdistanê hate destnîşankirin  û hate gotin, ''Em bawer dikin Cejna Qurbanê wê bibin rojên destpêkê ku ji van revdeyên faşîst ku gelên me qetil dikin, gefê li welatê me dixwin û wijdanên wan dilewitînin, xilas bibin.''

Bi berdewamî KON-MED'ê di peyamê de got, ''Îro li Tirkiyê û Kurdistanê helwesta herî îslmanî, mirovî û demokratik ew e ku mirov li dijî AKP'ê û Erdogan bibin xwedî helwest û têbikoşe.

Di vê cejnê de divê em zêdetir li şehîdên xwe xwedî derkevin û bi bîr bînin. Heta ku pergala qiker a mêtingeriya faşîst neyê têkbirin em cejnên xwe bi azadî nikarin pîroz bikin.'''