KON-MED: Em bang li gelê xwe dikin ku Kobanê biparêze

Hevserokên KON-MED'ê bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.

Di daxuyaniya Hevserokatiya KON-MED'ê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst niha bi hevdemî bombeyan li Qendîl, Kobanê, Şehba û Şengalê dibarîne. Dewleta Tirk a faşîst ku li pey qirkirina Kurdan e, dest bi êrÎşeke berfireh kiriye.

Dewleta Tirk a faşîst li van herêmên ku bi sed hezaran sivîl lê ne dest bi qirkirinê kiriye.

Bi navê KON-MED'ê em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Em ê van êrîşan ti carî qebûl nekin. Li her deverê em ê rûyê komkujiyê yên delweta Tirk a faşîst dagirker teşhîr bikin û di serî de Rojava tevahiya Kurdistanê biparêzin.

Yên ku rê didin komkujiyên dewleta Tirk a faşîst barbar, hêzên navneteweyî bi taybetî jî DYE û Elmanya ne.

Ev êrîş divê ji rêzê neyên dîtin. Ji bo tunekirina temamiya destketiyên gelê Kurd e.

Rojava bi dayina bi hezaran şehîdan hate azadkirin. Ya ku DAÎŞ'ê nekarî bike, dewleta Tirk niha dixwaze bike.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin: Van êrîşan rawestînin. Gelê Kurd li dijî DAÎŞ'ê, rûmeta mirovahiyê parast. Ya ku divê bê kirin parastina destketiyên gelê Kurd e.

Roj roja xwedîderketina li bîranîna şehîdan e. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê dakevin qadan."