KON-MED'ê zextên li Elmanyayê şermezar kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya Elmanyayê (KON-MED) serdegirtina polîsên Elman ên ku Kurdan dikin hedef şermezar kir.

Polîsên Elman vê sibehê li Heîlbronê û Esslîngehê Hevserokê Federasyona Bayernê FCK-BW Bayernê Saît Ozturk û stranbêj Mazlûm Dora destgîr kir.

KON-MED'ê diyar kir dema ku polîsan bi ser mala Saît Ozturk de gritine, mêvanekî wan ku ji bo nexweşiya Ozturk hatibû serdanê û her wiha li Esslîngê jî stranbêj Mazlûm Dora destgîr kirin.

KON-MED'ê diyar kir dewleta Elman bi têkiliyên xwe yên gemarî yên bi dewleta Tirk re Kurdan krîmînalîze dike û helwest nîşan da.

Bi berdewamî hate gotin, ''Em krîmînalîzekirina saziyên me yên Kurd û rêveberên wan şermezar dikin.''

KON-MED'ê her wiha diyar kir ew ê polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan qebûl nekin.