KON MED’ê li dijî êrîşên dagirker banga ketina qadan kir

KON-MED’ê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li Kurdistanî û dostên wan kir ku dakevin qadan.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî yên li Elmanyayê (KON-MED) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker banga daketina qadan kir.

KON MED’ê li dijî êrîşên topyekûn ên dagirkeriya li Kurdistanê bang li gel kir ku dakevin qadan û got: “Artêşa dewleta Tirk a dagirker ku dijminê hebûna Kurdan, welat û çiyayên wan, bi balafiran Herêmên Parastinê yên Medyayê, çiyayên Kurdistanê taybet ji duh şev ve Herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê bombe dikin.

Li van qadan di navbera gerîla û dagirkeran de şer destpêkiriye, ev şer hê jî bi dijwarî dewam e.

Di serî de bang li hemû meclîs, hepar, gel û dostên xwe dikin ku li dijî îxanet-hevkar PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk ên dagirker, îro dakevin qadan û xwepêşandanên protestoyî lidar bixin.”