KON-MED'ê ji bo 'Meşa Dirêj' bang kir

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo meşa dirêj a 11'ê Îlonê banga tevlîbûnê kir ku wê bi pêşengiya ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

Meşa Dirêj wê bi pêşengiya tevgerên ciwanên Kurd pêk were û di 11'ê Îlonê de li Kolnê dest pê bike, wê pênc rojan dewam bike. Bi rêya vê meşê wê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin.

Hevserokatiya KON-MED'ê daxuyaniyek weşand û got, "Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo zêdeyî 22 sal in di nava şert û mercên herî giran ên tecrîdê de tê hiştin. Bi tecrîda li Îmraliyê re gelê Kurd bi temamî hatiye tecrîdkirin û bi rêya tecrîdê hewl tê dayin ku bêhn li gelê Kurd bê çikandin."

KON-MED'ê destnîşan kir ku têkoşîna herî mezin a li dijî sîstema Îmraliyê ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê meşandin û got, "Rabûna li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, berxwedana li dijî tecrîdê karê bingehîn ê demê yê demokrasî û azadiyê ye. Ti aliyekî tecrîdê yê bê qebûlkirin nîne. Sîstema Îmraliyê divê êdî bê hilweşandin, tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin. Pêvajoya azadiya Rêber Apo ji bo me êdî hinceteke jiyanê ye ku nabe bê taloqkirin.

Li dijî vî şerê qirkirinê, gelê Kurd li her devera ku lê ye wê di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî berxwedana xwe dewam bike.

Li ser vê bingehê, wê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê 11'ê Îlonê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê saet di 11:00 de meş dest pê bike û 5 rojan dewam bike. Armanca vê meşa dirêj misogeriya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Meşa ku wê di çarçoveya pêngava 'Dest bi dest, mil bi mil: Werin Cenga Azadiyê' tê lidarxistin, wê ji gelek bajarên eyaleta NRW'ê derbas bibe.

Em bang li meclîsên xwe yên federasyona me ya FED-MED NRW dikin ku tevî gelê me bi ruhê seferberiyê xwedî li meşa dirêj derkevin, ku wê bi pêşengiya tevgera ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê pêk were."