KON-MED’ê cejn û salvegera şoreşê pîroz kir

KON-MED’ê bi peyameke nivîskî Cejna Qurbanê û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir.

KON-MED’ê bi wesîleya salvegera Şoreşa Rojava û Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand.

Di peyama KON-MED’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cejna Qurbanê ya ku sembola aştî û biratiyê ye, malbatên şehîdan di serî de em ya gelê Kurd û ya alema Îslamê pîroz dikin.

Gelê Kurd di bin êrişên qirker ên dewleta Tirk de dikeve cejnê lê Şoreşa Rojava cejn aniye asta ku were jiyîn.

Yekîtiya demokratîk a gelê Kurd xwedî rastiyeke wisa ye ku hemû misilmanên baweriyê bi Îslamê tîne, divê piştgiriyê bidiyê. Em bawer in divê rojeva sereke ya serdanên cejnê û sohbetên wê yekîtiya neteweyî ye. 

Em salvegera Şoreşa Rojava jî silav dikin.”