KON-MED'ê bang li delegeyên kongreya SPD'ê kir

Ji bo pêşnûmeya 'Piştevaniya Rojava' ya li kongreya SPD'ê bê qebûlkirin, Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bang li delegeyan kir.

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Elmanyayê ku li gle Demokratên Xiristiyan hevparê hikumeta federal e, wê di 9'ê Gulanê de bi rengekî awarte kongreyê li dar bixe. Ji bo vê kongreyê pêşnûmeyek hate pêşkêşkirin ku xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike.

Rêxistina Eyaleta Berlînê ya SPD'ê bi navê "Piştevaniya bi Rojava re" pêşnûmeyek ji 20 xalan pêşkêş kir. Ji bo qebûlkirina vê pêşnûmeyê Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) nameyek ji delegeyên kongreyê re şand.

KON-MED'ê ragihand ku Kurdên li Elmanyayê dixwazin pêşnûmeya navborî bê qebûlkirin û destnîşan kir ku ev yek wê tevkariyeke mezin li ahengiyê jî bike.

KON-MED'ê ragihand, ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye ku pirsgirêkê civaka Kurd bên nîqaşkirin û di nameyê de wiha got:

"Qebûlkirina pêşnûmeyê wê ne tenê tevkariyeke girîng li guhertina siyaseta derve ya Elmanyayê bike, di heman demê de wê nîşan bide ku SPD eleqeyê nîşanî pirsgirêkên Kurdan ên li Elmanyayê dike û ji bo çareseriya aştiyane-mayinde ya li welatê wan wê bibe nîşaneyek baş."

Di pêşnûmeya ji du rûpelî de işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin û ji Navenda Giştî ya SPD'ê û siyasetmedarên sosyal demokrat ên li nava hikumeta Merkel tê xwestin ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.