Komploya 9'ê Cotmehê li Bordeauxê hate şermezarkirin

Endamê Meclîsa Bordeauxê ya CDK'ê Mehmet Varto got, "Vî gelî çawa ku komplo pûç kir, wê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî misoger bike."

Li bajarê Bordeaux ê Fransayê, bi banga Navenda Civaka Kurd a li bajêr bi sedan kes li qada Stalingradê li hev civiyan û komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.

Girseya gel bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, YPG û YPJ'ê û bi qîrîna dirûşman meşiya.

Piştî meşê ku heta Place de la Victoireyê dewam kir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Endamê Meclîsa Bordeauxê ya CDK'ê Mehmet Varto li qadê axivî û got, "Vî gelî çawa ku komplo pûç kir wê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî misoger bike. Cîhan jî îro bi vê yekê hesiya. Çawa ku li Rojhilata Navîn zordariya AKP, MHP, DAÎŞ û tarîtiya Talîbanê heye, li dijî vê yekê jî paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Pratîka Rojava nîşan da ku yekane rê; Tevgera Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan e. Em ji vê derê bang li welatên demokratîk hemûyan û Neteweyên Yekbûyî dikin: Biryara xwe bidin, hûn ê piştgiriyê bidin demokrasiyê yan jî zordariyê?"