Komkujiyên meha kanûnê hatin şermezarkirin

Li Lyonê bi çalakiyekê komkujiya Gurgum, Gîrtîgehan û Roboskiyê hatin şermezarkirin.

Pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê, Platforma Dengê Girtiyan, Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyê (ATIK), Komeleya Çandê ya Mezopotamya û Navenda Çanda Elewiyan a Lyonê bi çalekiyekê komkujiyên meha kanûnê hatin şermezarkirin.

Platforma Dengê Girtîgehê li ser komkujiya Girtîgehan, Gurgum û Roboskiyê axaftin kir.

Çalakakî bi eleqeyek mezin pêk hat. Di çalakiyê de ji bo ciwanên şoreşger ên Fransa wergerek kurt hate kirin û piştre çalakî bi dawî bû.