Komkujiya Gurgum û Roboskiyê hatin şermezarkirin

Li Berlînê Komkujiya Gurgum, komkujiya girtîgehan a di bin navê 'Vegera jiyanê' ya di 19'ê Kanûna 2000'an de, Roboskî bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî û dostên wan bi banga Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê Berlîn (ADGB Berlîn) li Kotbusser Tor li hev civiyan û bi dirûşmeya "Ji Gurgumê heta Roboskiyê me tu komkujî jibîr nekiriye " çalakî hate lidarxistin. Çalakiya bi rêzgirtinê dest pê kir.

Endam û aktivîstên Nav-Berlîn, Meclîsa Jinan Dest-Dan, Partîzan, ATIK, Zora, Young Streik, SKB, HBDH, KBDH tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Em ê faşîzmê hilweşînin, wê azadî biserbikeve“ hatin hildan.

Di çalakiyê de hate diyar kirin ku ji Gurgumê heta Roboskiyê komkujiyên bi awayek sîstematîk pêk hatine, berpirsyarê wê dewleta Tirk e.  Her wiha hate gotin ku em ê tu carê komkujiyan nedin jibîr kirin û li cihê em lê ne em ê hesabî biprisin.

Çalakî bi dirûşmeyan dawî bû.