Komîteya PJAK û KJAR li pêşiya Sefaretxaneya Îran çalakî lidar xistin

Komîteya PJAK û KJAR li ser bingeha bangewaziya boykotkirina hilbijartinên serokkomariyê li paytexta Swêd Stockholmê li ber Sefaretxaneya Îranê ji bo boykotkirina hilbijartinê çalakî lidar xistin.

Çalakî danê nîvro seet 11:00’an bi beşdariya komek ji endam û xebatkarên van komîteyan kom bûn û bi rakirina pankartên ‘Na ji bo darvekirin, hilbijartin boykot bikin’ û her wiha alên PJAK û KODAR hildan..

Di çalakiyê de hate ev hate gotin: “13. Dewreya hilbijartinên serokkomariyê di demekî de pêk tê ku ne tu bername ne jî tu hêviyên ji bo avakirina civakek demokratîk nîne. Ji ber ku Îran bi tu awayî rêz li mafên mirovan nagre.

Êdî Îran bi xwe jî dizane ku nikare bi sozên derewîn gel bixapîne. Ji ber ku êdî di qada navnetewî de jî ne prestîj ne jî baweriyeke bi rejîma Îran maye. Îro li girtîgehan hovîtî, dardakirin û nedadî di asta herî jorde ye. Her ji ber xizaniya civakî gel neçarî kolberî bûye û her roj bi awayeke hovane kolberan dikuje. Ew kesên ku di wan hilbijartinan de bûne namzed, destê wan di xwîna gelê Kurd û tevayî gelên azadîxwaz a Îran de heye.”

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bimre rejîma xwînxar a Îran’, ‘Na ji ji bo hilbijartinê’ û ‘Azadî ji bo girtiyên siyasî’ hatin qîrkirin.