Komîteya MLKP Ewropa: Carekî din vîna şoreşgerî bi ser ket

Komîteya MLKP Ewropa ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidawîkirina rojiya mirinê û grevên birçîbûnê daxuyaniyek nivîskî da got: “Têkoşîna 200 rojî ya li dijî tecrîdê, carekî din bi vîna şoregerî û berxwedanê bi ser ket.”

Komîteya Partiya Komunîst Lenînîst û Marksîst (MLKP) Ewropa, li ser bidawîbûna grevên birçîbûn û rojiya mirinê daxuyaniyek nivîskî da:

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “ Têkoşîna 200 rojî ya bi pêşengtiya Leyla Guven a li dijî tecrîda mutlaq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîsa pêkanînên qirker û mêtînger ên rejîma faşîst carekî din bi vîna şoreşgerî û berxwedanê bi ser ket.”

Çalakî ji roja yekê ya destpêkir û heta dawî bû bi destkeftiyan pêş ve çû. Berxwedana me ya gav bi desthilata îslamî ya polîtîkayên faşîst da avêtin, rê li ber desteftî û derfetên têkoşîna mezin vekir.

Biryardarî û xîreta têkoşînê rêya têkoşîna sîng bi sîng a li dijî faşîzmê nîşan da. Partiya me ji destpêka pêvajoyê ve bê navber li diî tecrîdê çepera têkoşînê girt.

Hemû berxwedêrên xwe yên bedena xwe dayî ber mirçîbûn û mirinê, dîsa dayikên xwe yên li ber derê girtîgehan roj bi roj berxwedan mezin kirin silav dikin. Li ber bîranîn û ruhê fedayî yê berxwedêr ê heşt hevrêyên xwe yên nemir bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Carekî din soza şopînerên girtiyên azadiyê û yên xwe ji bo vê rêyê bexşandî didin.”