Komîteya Kar û Çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê wê bernameya xwe eşkere bike

Hevserokên KCDK-E bang li hemû Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn kir ku beşdarî civîna çapemeniyê ya ku Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê bibin ku wê bernameya 100. Salî ya Lozanê eşkere bike.

Hevserokên Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) bi wesîleya salvegera Peymana Lozanê ya berî 100 sal pêk hatî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCDK-E de ev tişt hate gotin:

“Peymana Lozanê ya berî 100 salan hat îmzekirin, bi destê hêzên navneteweyî Kurdistan bû çar parçe.

Sedema ku polîtîkayên komkujî, înkar û asîmîlasyonê yên li Kurdistanê dewam dikin, Peymana Lozanê ye. Bi vê peymanê re înkarkirina gelek gelên li herêmê heta roja îro bi dewamkirina qirkirinê re bûye çavkaniya dewamkirina şer û pevçûnan.

Di êrîşên dagirkerî û qetlîamên ku îro li Kurdistanê tên kirin de bikaranîna çekên kîmyewî ku sûcê mirovahiyê tê dîtin, bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşên li ser hemû nirx û destketiyên bi navê Kurdayetiyê û erêkirina wê, çavkaniya xwe ji Peymana Lozanê digire.

Piraniya gelên li herêmê bi taybetî jî Kurd, Peymana Lozanê qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin.

Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê ku ji aliyê hemû rêxistinên Kurdistanî ve hatiye avakirin, di 21’ê Mijdarê saet 12’an de li ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hat îmzekirin, hem komkujî, înkar û asîmlasyonên ku di encama Lozanê de pêk hatine û hem jî divê di sedsala nû de jiyana azad û wekhev çawa be? wê bi civîneke çapememeniyê ya girseyî, bernameya 100’emîn salvegera Lozanê bi raya giştî û çapemeniyê re parve bike.

Em KCDK-E bang li hemû Kurdistaniyên Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava yên li Swîsreyê dijîn dikin ku beşdarî civîna çapemeniyê ya ku Komîteya Kar û Çalakiyên 100 Saliya Peymana Lozanê bibin ku wê bernameya 100. Salî ya Lozanê eşkere bike.”