Li Helsînborgê kongreya komînê û nerazîbûna li dijî dagirkeriyê

Komîna bajarê Helsingborgê yê Swêdê kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Di kongreyê de bexwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk hate silavkirin.

Li bajarê Helsingborg ê li başûrê Swêdê, Komîna Kurdan kongreya xwe ya duyemîn li dar xist.

Kongre bi dirûşma "Bi ruhê Metîna, Avaşîn û Zapê em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin" hat elidarxistin.

Li gel nirxandina karê heta niha hatiye kirin û amadekirina plansaziya kar a dema bê, Îdrîs Hassan û Sevîm Battê ji bo hevserokatiya komînê hatin hilbijartin.

Piştî kongreyê endam û mêvanên kongreyê li navenda bajêr li qada Gustav Adolfbergê li hev civiyan û ji bo silavkirina berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyek li darxistin.

Di çalakiyê de bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Zagrosan", "Bijî HPG", "Bijî Serok Apo" piştgirî dan berxwedana gerîla.