KOMAW: Mil bi mil li dijî dagirkeriyê têbikoşin

Rêveberiya KOMAW'ê diyar kir ku daxuyanî û nêzîkatiyên PDK'ê dibin sedema fikarên mezin û bang kir, ku mîna fermandariya gerîla, fermandariya pêşmergeyan jî bi tundî li ber şerekî gengaz ê navxweyî rabe, helwestê nîşan bide.

Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û nêzîkatiya PDK'ê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li ser Başûrê Kurdistanê êrişeke giran û mezina dewleta Tirk a dagirker heye û wiha dewam kir:

"Ev dewleta faşîst û nijadperest, li ser tunekirina nasnameyên gelan û baweriyan hatiye damezrandin. Ji roja hatiye avakirin û heta îro, van êrîşên li ser gelê Kurdisitanê û baweriyên ji derveyî xwe didomîne. Ev êrîşa wan a vê dawiyê jî, dewama heman êrîşan û heman zihniyeta qirker a vê dewleta zalim e û ev êrîş, ne weke ku ew dibêjin li dijî gerila bi tenê ye, belê li dijî hemû hêzen Kurdistanî ye.

Li dijî hemû êrîşên wan, gelê me bi qehremaniyek mezin li ber xwe daye û serî ne tewandiye. Lê ya pişta gelê Kurdistanê şikandiye û nehiştiye azad bibe, xiyaneta navxweyî ye. Dewleta Tirk jî, di vê siyaseta qirêj a ku Kurdan bi hev dide kuştin de, xwedî gelek tecrube ye, pir hosta û şareza ye.

Kengî li himber berxwedana bi rûmet a gelê Kurdistanê, lawaz dikeve û ber bi şikestinê diçe, hema bi lezgînî dest davêje vê siyaseta malxerab a kurdkuj. Niha jî, rizgariya xwe, dirêjkirina temenê desthilatiya xwe, hemû bi vê siyaseta qirker ve girêda ye û lewma ji bo PDK’ê bixe nava vê êrişa Kurdkujiyê û dagirkeriyê hewldanek mezin dike.

Weke tê xuyakirin PDK, bi axaftina medya û çapemeniyê xizmetek mezin daye vê êrişa dewleta mêtinger a Tirk û zemîn ji êrişa wan re gelek xweş kiriye. Her wiha hijmarek mezin a pêşmergeyên xwe jî şandiye herêmên ku gerîla lê tevdigerin. Ji delegasyonên ji Ewrupayê çûn Başûr re jî, astengên nebaş derxistin. Bi kirtayî nuha gumana xeterek mezin a şer heye.

Îca em Saziya Malbatên Şehîdan, vê rewşa heyî ji bo doza rizgariya gelê xwe û têkoşîna azadiya Kurdistanê bi giştî, gelek û gelek bi zerar dibînin. Ji xwe di berxwedana li himber van dewletên dagirker de û bi taybetî jî li dijî dewleta Tirka, me bi hezaran şehîd dane û niha jî her roj em şehîd dibin. Wateya sedemên vê şehadetê tê zanîn.

Lê ti wate, ji destdana jiyana, di şerê navbera Kurdan kurdan de yê xwe bi xwe re nayê dîtin. Gerîla jî, Pêşmerge jî xwuşk û birayên me ne, zimanê me nagere ku em bêjin 'şer derket di navbera Gerîla û Peşmergan de û ewqas kes şehîd ket in'!

Va ye em hilwesta Fermandarên Gerîla dibînin û bi dengekî bilind dibêjin 'em şer bi Pêşmergeyan re nakin', ev bangek û daxwazek pîroz e. Em bi dil û can, heman bang û daxwaz û hilwesta hêja, ji Fermandarên Pêşmergeyan jî dixwazin û bi çar çavan em bendewarên agahiyek wisa pîroz in.

Di encamê de, daxwaza me Saziya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ev e ku; ne şer, belê piştgrî di navbera Pêşmerge û Gerîla de, bi xurtî were misogerkirin û mil bi mil li dijî dewleta Tirk , berxwedana hevpar were meşandin û li Kurdistana azad em bi hev re bijîn!"