KOMAW’ê sersaxî ji bo malbata Bavê Hûseyîn xwest

Rêveberiya KOMAW’ê ragihand ku hevserokê saziya wan Bavê Hûseyîn duh ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kiriye.

Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan û Xizmên Windayan (KOMAW) bi peyamekê sersaxî ji malbat û heskiriyên bavê şehîd Pakrawan Ehmed Hecî Mihemed Remo bi navê (Bavê Huseyîn) ê tê nasîn ku ji ber Koronayê 4’ê Gulanê wefat kir, re xwest.

KOMAW’ê di peyama xwe de got ku vê bûyerê ew hemû endam û sazî xistiye nava xemgîniyeke giran ûgot: “Em di serî de ji malbat, hemû endamên saz, malbatên şehîdan û gelê welatparêz re sersaxiyê dixwazim.”

KOMAW’ê diyar kir ku ew ê ala Bavê Huseyîn nehêlin li erdê û bilind bikin; bibin şopdarê wî.

KOMAW’ê anî ziman ku wê roja Pêncşemê saet 12:00’an cenaze ji nexweşxaneyê bê girtin û li gundê lê dimîne bê veşartin.