KOMAW'ê li ser 'êrişên kîmyewî' name ji saziyên Ewropayê re şand

KOMAW'ê li ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî nameyek ji sazî û partiyên Ewropî re şand û got, "Nebin hevparê vî sûcî."

Name ji partiyên siyasî yên Elmanya CDU, SPD, Die Gruenen, Die Linke û Wezareta Karên Derve re hate şandin. KOMAW'ê piştre bi rêya nûnertiyên Belçîka, Fransa, Hollanda, Swîsre, Swêd, Norwêc û gelek welatan ji partî, sazî û wezaretên van welatan re heman name şand.

Di nameyê de işaret bi hovîtiya dewleta Tirk hate kirin û hate gotin, "Di nava meha dawî de li qadên Girê Sor û Werxelê, di encama bikaranîna gazên bi jehr û çekên kîmyewî de herî kêm 11 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. 3 ciwanên Kurd bi birîndarî ji van êrişan rizgar bû, li ser mijarê agahî bi raya giştî re parve kirin."

Di nameyê de hate bibîrxistin ku 5 mehên dawî herî kêm 138 caran bombardûmana kîmyewî hate kirin, gelek şervan û mirovên sivîl birîndar bûn, hinekan jiyana xwe ji dest dan û wiha hate gotin, "Di 4'ê Îlona 2021'ê de li gundê Hirorê yê Duhokê di êrişa çekên kîmyewî de Abdullah Hesen û malbata wî bi jehrê ketin. Şaxê Iraqê yê Koma Aştiyê ya Xiristiyan ev agahî bi çapemeniyê re parve kir û her wiha ev daxuyanî da: Dewleta Tirk ne tenê êrişî gerîlayên HPG'ê dike, bi rengekî topyekûn êrişî civakê dike.

Mînaka vê yekê jî; di bombardûmana li ser Kanîmasî û derdora wê de 548 gundî ketin bin bandora çekên kîmyewî û bi jehrê ketin. Dewleta Tirk di bin navê tîma tenduristiyê de ev gundiyên ku rakirin nexweşxaneyê tevî rêveberiya Başûr desteser kir û bi daxuyaniyeke ecêb, îdîa kir ku gundî bi nexweşiya Covid-19 ketine. Bi vî rengî hewl hate dayin ku ev sûcê dewleta Tirk bê veşartin, bê nixumandin.

Li gorî rapora ÎHD'ê di navbera salên 1994-2011'an de 46 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn û di encamê de 437 şervanên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li Rojava jî gelek caran çekên kîmyewî û gazên bi jehr hatin bikaranîn. Bi taybetî di dema dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de hatin bikaranîn. Bêguman di vê demê de Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Laheyê Şaban Dîşlî pere weke bexş da Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navneteweyî OPCW'ê.

Ya rast, piştî ku çapemeniyê zext lê kir Wezîrê Şer ê Dewleta Tirk Hûlûsî Akar têkildarî êrişa li ser Garê ya 10-13'ê Sibata 2021'ê de bi nîvcoyî li xwe mikur hat û got, 'Me tenê gaza ku çavan dişewitîne bi kar anî'.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Parlamenta Ewropa û OPCW'ê dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin, bang li dewlet û saziyên pêwendîdar dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînin, li gorî nav û naveroka xwe wezîfeya xwe bi cih bînin. Berevajî wê bibin hevparê sûcê li dijî mirovahiyê yê dewleta Tirk."

KOMAW'ê ev bang jî li gelê Kurd û dostan kir:

"Bêguman em bang li gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan jî dikin; di vê dema zehmet û metirsîdar de, ji her demê bêhtir xwedî li wezîfeyên xwe derkevin, ji bo pêşîgirtina li êrişên hovane yên dewleta Tirk derfetên xwe hemûyan bi kar bînin."