KOMAW'ê li dijî êrişên faşîst bang kir

KOMAW'ê êrişên dewleta Tirk û hevkarên wê yê li ser gelê Kurd û hêzên azadiyê şermezar kir û di serî de gel û dostên Kurdan bang li mirovahiyê kir ku li dijî barbariyê helwesteke hîn xurt nîşan bidin.

Komeleya Mabatên Şehîd û Windahiyan (KOMAW) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî gel û hêzên parastinê yên Kurdistanê têne kirin daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê sûdê ji şerê li herêmê werdigire û bi êrişên faşîst hewl dide li hemberî gelê Kurd bi ser bikeve, lê belê li hembeî berxwedana bi heybet a şervanên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurdistanê nikare encamê werbigire.

KOMAW'ê diyar kir ku desthilatdariya faşîst li ser bingeha dijminatiya li Kurdan hewl dide tifaqên Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê ava bike û destnîşan kir ku kombûna şefê îstîxbarata Sûriyeyê û serokê MÎT'ê li Bexdayê nîşaneya vê yekê ye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ji piştgiriya bi dewleta Tirk jî wêdetir êdî hevkariyê bi dewleta Tirk re dikin û hate bibîrxistin ku şehîdxistina 7 gerîlayan li Xelîfayê yekser bi rêveberiya Hewlêrê re hatiye kirin.

Di daxuyaniya KOMAW'ê de hate gotin, "Bi navê saziya malbatên şehîdan KOMAW, em sersaxiyê ji malbatên van mirovên me yên di êrişan de şehîd bûne û ji gelê me re dixwazin. Em dibêjin ku bi hemû derfetên xwe em bi wan re ne. Di heman  demê de em bangli gelê xwe, dostên gelê xwe û tevahiya mirovahiyê dikin ku li ber barbariya dewleta Tirk rabin, li dijî hevkarên dewleta faşîst helwestê nîşan bidin, bi xurtî seknekê nîşan bidin û di vê çarçoveyê de em banga xwe dubare dikin."