KOMAW'ê kongreya xwe pêk anî

KOMAW'ê kongreya xwe ya 6'emîn li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê pêk anî.

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê kongreya xwe ya 6'emîn li dar xist.

Di kongreyê de Bavê Hisên hate bîranîn ku dema beriya niha wezîfeya hevserokatiya KOMAW'ê kiribû û par ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dabû.

Kongre bi beşdariya 200 delege û malbatên şehîdan li Komeleya Elewiyan a Kurdistanê pêk hat. Piştî deqeyeke rêzgirtinê kongre bi hilbijartina dîwanê dewam kir.

Di kongreyê de peyamên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Yekîtiya Elewiyan a Kurdistanê, Federasyona Êzidiyan, Tevgera Îslamî ya Kurdistanê, Heyva Sor a Kurdistanê hatin xwendin û karên dema berê hatin nirxandin.

Kongre bi hilbijartina rêveberiya dema nû û diyarkirina bernameya kar bi dawî bû.