KOMAW'ê ji bo şehîdên Wargeha Qadiya sersaxî da

Komeleya Malbatên Winda û Şehîdan a Kurdistanê (KOMAW) ji bo şehîdên Êzîdî yên Wargeha Qadiya peyama sersaxiyê da. KOMAW'ê got,''Xwedîderketin û parastina Şingalê û Êzîdxanê, xwedîderketin û parastina Kurdistanê ye!''

KOMAW'ê têkilî êrîşa li ser Wargeha Qadiya ku Êzîdî lê diman daxuyaniyek da. KOMAW'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser êrîşên Tirk ên li ser Êzîdiyan û got, ''Wisa diyar e dewleta Tirkan ya faşîst, di armanca xwe ya jenosîda gelê me yê Êzîdî de bi israr e. ''

Peyama KOMAW'ê bi giştî wiha ye:

''Piştî şehîdkirina Mam Zekî Şingalî, Zerdeşt Şingalî, Mam Seid Hesen û hwd, êrîşî ser nexweşxaneya Gundê Sikîneyê kiri bûn. Niha jî em dibînin di 30.8.2021'an de, êrîş birin ser wargeha Qadiya-Zaxo ya ku koçberên Êzîdî lê dimînin. Li gor saloxan, di vê êrîşa bombebarana firokên Tirkan de, 2 zarok şehîd ketine, gelek kes jî birindar bûne. 

Careke din bi aşkereyî tê xuyakirin ku dewleta Tirkan, ji bo fermana bi navê Peymana Şingala ya 9 Cotmeh 2020’ê misoger bike, êrişkariya xwe ranawestine û ew ê her dewem bike. Her wiha, bi taybetî armanc; şikandin û hilweşandina îradeya azad a gelê me yê Êzîdî; Rêveberiya Xweser a Şingalê ye, lê belê bi giştî armanc nijadkujiya gelê me ye Êzîdi ye. Ji ber ku diyar e, ne bi tenê hêzên çekdar, sivil, zarok, temenmezin, jin û hwd. bi tevayî qirkirina gelê me yê Êzîdî ji xwe re kirine armanc.   

Di vê fermanê de, bêgûman li gel dewleta Tirkan, îmzekarên fermanê; Bexda û Hewlêr jî gunehkar in. Her wiha bi bêdengiya xwe, dewletên têkildar jî dibin hevparê vê fermana li ser gelê me yê Êzîdî. 

Em saziya malbatên şehîdan KOMAW, bi hemû hest û hêza xwe, bi gelê xwe yê Êzîdî re ne, xem û êşa wan parve dikin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me re dixwazin. 

Xwedîderketin û parastina Şingalê û Êzîdxanê, xwedîderketin û parastina Kurdistanê ye!''