Koma 'Jinên Reş' a Îtalyayê dewleta Tirk protesto kir

Koma 'Jinên Reş' a Îtalyayê li Parma û Piacenzayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Koma 'Jinên Reş' ku her roja şemiyê di saet 10.00'an de li bajarên Parma û Piacenza yên Îtalyayê li dijî şer û çekan çalakî li dar dixe, vê heftiyê jî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Çalakî li qada herî qelebalix a bajêr pêk hat. Jinan pankart û dovîzên “Destên xwe yên qirêj ji gelê Kurd bikişînin”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Gelê Kurd ne bi tenê ye” û “Bi Kurdan re piştevaniya navneteweyî” – hilgirtin.

Di çalakiyê de bêdengiya saziyên navneteweyî hat protestokirin û banga rawestandina dîktator Erdogan hat kirin. Jinan di daxuyaniyê de anî ziman ku Erdoganê ku di şerê Rûsya û Ukraynayê de xwe weke qasidê aştiyê nîşan da, li Başûrê û Rojavayê Kurdistanê Kurdan bombebaran dike.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku di 4’ê Hezîranê de li Romayê û di 11’ê Hezîranê de li Bolonya çalakiyên piştevaniya bi gelê Kurd re bên lidarxistin.