Koma anarşîstan greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo dewr girt -NÛ BÛ

Koma anarîşt Têkoşîna Prosfîgîka çalakiya greva birçîbûnê ya li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 236 roj in didome, dewr girt.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê ku di çarçoveya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  hatibû destpêkirin îro ji hêla koma Têkoşîna Prosfigika yên anarşîstên Yewnanî ve hate domandin. Çalakî îro, di roja 236’an de bi merasîmekê ji hêla koma 48’an re dewr hate standin.

Merasîm ji bo cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Li cihê çalakiyê pankarta "Heta ku tecrîda li ser Rêber Ocalan were şikandin em ê tev bi hev re têbikoşin" hat daliqandin.

Piştî rêzgirtinê endamê koma Têkoşîna Prosfigika Kevin Bouscasl axivî û diyar kir ew koma anarşistan bi navê Têkoşîna Prosfigika ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dikevin grevê û anî ziman  heta ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ranebe ew ê her tim têbikoşin. 

Bouscasl anî ziman  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd tê domandin, êrîşên dewleta Tirk ên li ser hêzên demokratîk, Tevgera Azadiya Kurdan bi bîr xist û got:"Ji bo azadiya Ocalan têkoşîn tê maneye helwesta li dijî qirqirina gelê Kurd û geşkirina têkoşîna azadiyê. Heke xeta Serok Ocalan ya birdozî û polîtîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê û Rojhilatanavîn wek mifteyê were nirxandin, wê were dîtin azadiya Rêber Apo azadbûn û demokratîkbûyina Tirkiyê û Rojhilatanavîn e. 

Em  jiestpêka Şoreşa Rojava dheta niha xwe wek perçeyek şoreşê dibînin. Şervanê Yekîniya Pêştevaniya Şoreşgera Enternasyonalîst (RUIS) Haakur Hilmarson endamê koma me bû û di Sibata 2018'an de dema ku li hemberî artêşa Tirk şer dikir şehît bû."

Bouscasl axaftina xwe wiha bi dawî anî:"Em Prosfîgîka bawer dikin konfederalîzma demokratîk ji bo gelê Kurd û Rojhilatanavîn hêvîya rizgarkiriyê ye û ev hêvî ji bo axa me jî derbasdar e."

Çalakî bi dirûşmên "Bijî serok Apo" , "Hevrê Haakur Hilmarson nemire" û "Bijî berxwedana zindanan" dawî bû.