Koma Aaraûyê Nobeta Azadiyê wergirt

Endamên Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Aaraûyê Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtin.

Înîsîyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê Nobeta Azadiyê dabû destpêkirin. Nobet di sala 10’an de didome. Ji bo pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şikandina tecrîda li ser wî çalakiya nobetê di hefteya 496’an de didome. Her hefte komên ku Kurd û dostên wan tê de, nobetê werdigirin. Vê hefteyê jî koma ji bajarê Aaraûyê  endamên Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk a Aaraûyê Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtin. Di vê komê de Cevahîr Gurdegîr, Kadrî Karadenîz, Abdullah Demîrbaş û Serdar Tûran cih digirin.


NERAZÎBÛN NÎŞANÎ ŞIRÎKATIYA EWROPAYÊ DAN
Serdar Tûran li ser navê komê axivî û diyar kir ku ev çalakî 10 sal in didome û ev çalakiyeke dîrokî ye. Ûran got “Ji bo azadiya Rêbertiya me gelek çalakî hatin kirin. Ev çalakî demeke dirêj tê kirin û li ber saziyên welatên ku parçeyekî komploya navneteweyî ne, didome. Ji ber vê jî wateyeke wê ya dîrokî heye. Armanca sereke ya vê çalakiyê pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di heman demê de ji bo ku em jiyan û berxwedana Rêbertiya xwe baş fêm bikin jî dibe wesîle.”
Tûran diyar kir ev çalakî li ber saziyên welatên ku îddîa dikin ew demokrasî û mafên mirovan diparêzin tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku dema mesele Kurd bin, naxwazin mafên mirovan û demokrasiyê bibînin. Tûran diyar kir ku ev jî tê wateya ku şirîkatiya sûcên dewleta Tirk dikin û got “Yek ji sedema sereke tecrîd û esareta li ser Rêber Apo ev e ku ev welat şirîkên sûc in. Rêberê gelekî bi salan e li giravekê di bin tecrîdekê de ye û pênc sal in ne dikare malbata xwe bibîne û ne jî parêzerên xwe. Helwesta li hemberî vê bêhiqûqtiyê berpirsyariya wijdanî û exlaqî ya Kurdan e. Nabe ku rewşa gelê Kurd ji ya Rêber Apo cihê were nirxandin.”
Tûran diyar kir bêdengiya hêzên navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk û bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropayê kir ku bila berxwedana li Îmraliyê li her derê bidomînin.