Koma 2. çalakiya nobedê ya li Berlînê dewirgirt

çalakiya nobedê ya li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca xwedîderketina grevên birsîbûnê ya ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatiye destpêkirin ji aliyê koma 2. ve hat dewirgirtin.

Çalakiyên bi armanca xwedîderketina grevên birsîbûnê yên bê dem û dorveger ya di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên Tirkiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan û binpêkirinên mafan a li girtîgehan destpêkiribû hetine organîzekirin didomin.

Îro çalakiya nobetê ya li paytexta Elmanya Berlînê hatî organîzekirin ji aliyê koma duyemîn ve hat dewirgirtin.

Wekîlên berê yên HDP’ê, nûnerên Malbatên Şehîdan û Wendabûyan a Ewrpayê (KOMAW), nûnerên Konfedrasyona Gelan a demokratîk ya Ewropayê, Hevserokê navçeya Vêranşarê ya DBP’ê Hoşnaf Ata, rewşenbîr û hunermend, nûnerê KON-MED’ê, nûnerê FED-KURD, serokê berê yê şaredariya Agiriyê Huseyîn Yilmaz, endamên TEV-ÇAND’ê, TCŞ, TEKO-JIN, AvEG-Kon, ATÎF, FEDA, PYD û nûnerên Partiya Komunîst a Kurdistanê çalakî dewir girtin.

Di çalakiyê de li ser navê FED-KURD’ê Menderes Canbek axivî û diyarkir ku wan bi armanca piştgirîdayîna çalakiya gervên birsîbûnê ew çalakî dewir girtine. Canbek ragihand: “Em jî ji vê derê ve qîr dikîn û dibêjîn ‘Êdî dema azadiyê ye’.”

EM JÎ LI VÊ DERÊ XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERDIKEVÎN

Li ser navê KON-MED’ê Hevserok Tahîr Koçer jî axivî.

Koçer da zanîn ku wan weke koma 2. Çalakî dewirgirtine û çalakiya greva birsîbûnê ya li 120 girtîgehên Tirkiyê ji aliyê bi hezaran girtî ve hatî destpêkirin di roja 54’an de didome. Koçer bal kişande ser domdariya çalakiyan ku li dijî girtinên hezaran siyasetmedar, rojnamevan û wekîlên HDP’yî yên ji aliyê rejîma AKP-MHP’ê û tekez kir ku ew ê bi xwedîderketinê berxwedana wan silav dikin.

Wekîla berê ya HDP a Amed’ê Nûrsel Aydogan jî anî ziman ku girtîgehên li Tirkiyê veguherîne goristanan û wiha pêde çû: “Di 15’ê Sibata 1999’an de Birêz Ocalan ji aliyê hêzên navnetewî ve radestê Tirkiyê hat kirin. Serokwezîrê demê Ecevît gotibû ku ‘me fêm nekiribû bê ka çima radestê me hat kirin’. Lê hêzên komploger ên wê demê û hêzên kûr ên Tirkiyê plankiribûn bê ka Birêz Ocalan li kîjan girtîgehê ragirin.”

‘HEWL NEDIN KU BIRYARDARÎ, WÊREKÎ Û VÎNA GIRTIYAN BIPÎVIN…’

Grevên birsîbûnê yên sala 2012’an bi qasê 68 rojan domkir, pêşî li pêvajoya çareserî û aşitiyê ya wê demê 2.5 salî domkir vekir. Teqez hewl nedin ku bîryardarî û wêrekiya girtiyên siyasî yên li girtîgehan bipîvin, ji berku paşeroja wan nîşana pêşeroja wan e.”

Li ser navê KOMAV’ê bavê jina şoreşger Lelya Şaylemez (Ronahî) ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibû qetilkirin Cûmalî Şaylemez axaftinek pêşkêşkir.

Şaylemez got: “Em silavên xwe ji vê derê ve pêşkêşî hevalên ku di berxwedanê de cih girtine dikîn. Bi we re serê me bilinde û hûn bi berxwedaniya xwe re demokrasiyê ji bo mirovatiyê diparêzin.”

Li ser navê PYD’ê jî Suleyman Haco berxwedêrên zîndanan, şervanên azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan silavkir.

Li ser navê Komeleya Kurdan a Berlîn-Brandenburg’ê Huseyîn Taşan diyar kir ku ew ji bo xwedî li grevên birsîbûnê yên girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dayîne destpêkirin li vê derê ne.

Taşan got ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azad bimîne û berxwedaniya grevên birsîbûnê silavkir.