KOM-MED Sînan Dersim bi bîr anî

KON-MED a ji malbat û hevrêyên Sînan Dersim ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû re sersaxî xwest, banga tevlîbûna li çalakiyên bîranînê yên bên lidarxistin kirin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanî ya li Elmanya (KON-MED) têkildarî Sînan Dersim ê 27’ê Cotmeha 2020’ê di encama êrîşeke esmanî ya artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, daxuyaniyek da.

KON-MED’ê anî ziman ku gelê Kurd û tevgera azadiyê li dijî qetlîam û zextên faşîzan, bi rûmeta xwe li ber xwe dide, têkoşîna xwe ya bê eman û serbilind mezin didomîne.

KON-MED’ê bal kişand ser têkoşîna endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dersim (Dalokay Şanli) ku 27’ê Cotmeha 2020’ê şehîd bûbû û got: “Hevrê Sînan weke rêberekî ciwanan li metrepolên Kurdistan û Tirkiye û piştre jî di xebatên Ewropayê de salên dirêj di asta rêveberiyê de cih girt, di pêşxistina xebatên şoreşgerî de di asta pêşengtiyê de rol lîst. Hevrê Sînan di hemû xebatan de bi ruhekî şoreşgerî cih girt û cihê xwe di dilê her kesê de kir.”

KON-MED’ê di serî de ji malbata şehîd Dersim, gelê Kurdistanê,  gelê Dersimê ku her demê li dijî dijminê dagirker serî netewandî û hemû heskiriyên wî re sersaxî xwest.

Herî dawî KON-MED’ê diyar kir ku wê hemû meclîs-NCKD û pêkhateyên wê di şexsê Şehîd Sînan de çalakiyên bîranînê lidar bixin û banga tevlîbûnên xurt ên ji bo van bîranîan kir.