Koçalî: Li hundir ne jî li derve em ê li ber we çokan nedanin

NAV-BEL û Tevgera Jinên Kurd a Belçîka, ji bo balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan û rewşa girtiyên nexweş, li ber konsolxaneya Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist.

NAV-BEL û Tevgera Jinên Kurd a Belçîka, ji bo balê bikişîne ser zextên li ser girtiyan û rewşa girtiyên nexweş, li ber konsolxaneya Tirkiyeyê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên Aysel Tûglûk hatin hildan.

Di çalakiyê de siyasetmedar Filîz Koçalî axivî. Koçalî anî ziman ku li girtîgehên Tirkiyeyê zilm û îşkence li girtiyan tê kirin û got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Dewleta faşîst nikare çokan li HDP’iyan dane û difikirin ku li girtîgehan çokan li hevalên me dane. Ne li hundir ne jî li derve re em ê cokan li ber we nedanin.“

Piştî axaftinan, çalakgeran bi dirûşmeyan hêrsa xwe anîn ziman û xwestin demildest girtiyên nexweş werin serbest berdan.