KNK li ber êrîşan rabû, bang li NY, YE û DYE'yê kir

KNK'ê êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê şermezar kir û diyar kir ku bêdengiya NY, YE û DYE'yê wê were wateya qebûlkirina berpirsyariya encamên terora dewleta Tirk.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) daxuyaniyek weşand û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên bi balafirên şer li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk careke din piştî rêveberiya bîst salan a Recep Tayyîp Erdogan û AKP'ê, ji bo balê ji ser hin pirsgirêkên li Tirkiyeyê bibe, li dijî Kurdan dest bi kampanyayeke êrîşê kiriye. Rejîma Erdogan ji 17'ê Nîsanê û vir ve li Başûrê Kurdistanê gelek caran êrîşî çeperên şervanên gerîla yên Kurd kir û zêdeyî 2 hezar û 700 carî çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anî. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk ji van êrîşan encamek bi dest nexist û ji bo windahiya mezin a hêzên Tirk veşêre cenazeyên leşkerên xwe jî şewitand. Bi êrîşa alê ya sexte ya dawî ya li Taksîmê re hêvî kir, ku bala li ser têkçûna Erdogan û AKP-MHP'ê ya li Başûrê Kurdistanê belav bike û ji bo şerekî li dijî Kurdên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hincetekê biafirîne."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) bêyî erêkirina Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê nikare van êrîşan bike û hate gotin, "Eger Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê li dijî vî şerê neqanûnî ye, divê endamên vê koalîsyonê bi rêyên aborî, siyasî, dîplomatîk û hiqûqî zextê li Tirkiyeyê bikin ku li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere. Di rewşeke berevajî de wê berpirsyariya encamên terora dewletê ya Tirkiyeyê ya li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigirin ser milê xwe.

Ji ber vê yekê Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê, Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) dikin ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî yên ji bo hevkarên xwe bi cih bînin."