KNK’ê komkujiya li ser Kurdên Feylî şermezar kir

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) karesata çil sal berê ya li ser Kurdên Feylî şermezar kir.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî karesata li ser Kurdên Feylî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ev rojên han çilemîn bîreweriya salvegera komkujiya li ser Kurdên Feylî ye. Berî çil salan rejîma zordara Baasê ya ku wê demê desthilatdar bû li dijî Kurdên Feylî komkujiyeke mezin kir.

Rejîma Baasê bi hinceta ku hemwelatiyên Îranê ne 60 hezar Kurdên Feylî ji Bexdadê û ji bajarokên din ên Iraqê sirgun kir. Rejîmê dest danî ser nasname, mal, milkên Kurdên Feylî û nêzî 20 hezar ciwan girt û heta niha aqûbeta gelekan ji wan ne diyar e.

Ligel ku ji ser têkçûna rejîma Baasê 17 sal derbas bûye jî, mafê Kurdên Feylî nehatiye dayîn û bêhiquqtiya li ser wan didome. Hê jî li ser herêmên wan zextên giran hene.

Em KNK vê karesata li ser Kurdên Feylî şermezar dikin û daxwazê ji hikumet û desthilatdariya Başûrê Kurdistanê dikin ku bila xwedî li Kurdên Feylî derkevin û hewl bidin zilma dîrokî ya li ser wan were rakirin.

Ji bo bidestxistina mafên Kurdên Feylî pêwistî bi tifaq û hevgirtinê hene û bi saya tevgereke gelêrî Kurdên Feylî dikarin mafên xwe yên civakî, siyasî û olî bi dest bixînin.”