KCK’ê êrîşa li Bexdayê şermezar kir

KCK a êrîşa hovane ya duh li Bexdayê pêk hatibû şeremezar kir got: “Ev êrîş a piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serfermandarê Giştî yê Tirk a Bexdayê û şûnde pêk hatin, mirov dide hizirandin.

Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê têkildarî êrîşa li Bexdayê pêk hatî daxuyaniyek da.

Daxuyanıya Komîteya Têkiliyên Karê Derve ya KCK’ê wiha ye:

“Em êrîşa hovane ya 21’ê Çileyê li paytexta Iraqê Bexdayê pêk hatî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane rehmetê û birîndaran re şifaya xêrê dixwazin. Sersaxiyê ji kesên xizmên xwe winda kirine û gelê Iraqê re dixwazin.

Çeteyên DAÎŞ’ê bi pêkanîna vê êrîşa hovane û qetlîamê, bi vekirî dixwaze jiyana azad û demokratîk a gelê Iraqê ya bi hev re asteng bike. DAÎŞ ne tenê ji bo gelê Iraqê, ji bo azadî û yekîtiya demokratîk a hemû gelan gefekî mezin e. DAÎŞ a di serî de bi têkoşîna gelê Kurd û Ereb dîsa têkoşîna hevpar a gelên Rojhilata Navîn têk çû, dixwazin bi destekha faşîst a AKP-MHP’ê û hinek hêzên din ji nû ve li herêmê aktîv bikin. Ev êrîş a piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar û Serfermandarê Giştî yê Tirk a Bexdayê û şûnde pêk hatin, mirov dide hizirandin. Ev êrîşa hovane ya li Bexda ji polîtîkayên qirêj ên destekdarên DAÎŞ’ê ne qût e. Ev êrîşên ku yekîtiya demokratîk a gelan dike hedef, ji bo bi temamî bê valaderxistin, bi têkoşîna hevpar a gelan mimkûn e.

Em tevgera azadî û gelê Kurd, êrşa gelê Iraqê parve dikin, hestên xwe yên piştevaniyê nîşan didin.”