KCDK-E'yê serhildana li Îranê silav kir

KCDK-E'yê berxwedana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û bang kir ku ji Ewropayê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin: Li her welatê ku em lê dimînin, em bibin dengê berxwedana jinê.

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) kuştina Jîna Emînî ji aliyê 'Polîsên Exlaqê' yên Îranê ve şermezar kir û 'serhildana jin ên azad' silav kir.

Hevserokatiyê destnîşan kir ku bi 'berxwedaneke mezin bersiv ji êrîşa li ser îradeya jin a azad re tê dayin'.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rejîma mola ya Îranê ya paşverû ku jineke Kurd a ciwan bi navê Jîna Emînî qetil kir, dixwaze bi polîtîkayên zextê îradeya jin a Kurd a azad ji holê rake. Ev êrîş di şexsê Jîna Emînî de komkujiyek li ser jinan hemûyan ên berxwedêr e.

Ev êrîşên paşverû yên li dijî îrade û rastiya jin a azad a Kurd, êdî sebir fûrand. Li dijî rejîma molla ya paşverû li gelek bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma molla êrîş bir ser van xwepêşandanan û heta niha 7 xwepêşandêr qetil kir, bi sedan mirov jî birîndar kir.

Hevserokatiya KCDK-E'yê got, "Di vê pêvajoyê de ku polîtîkayên dijminatiya li jinê yên sîstemên serweriya mêr zêde bûne, tundiya mêr, zilm, destavêtin û zext bi piştgiriya desthilatdaran dewam dikin, em vê serhildanê silav dikin."

KCDK-E'yê ragihand ku kuştina jin a Ermen Anûsh Abetyan a ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve, encameke heman mejiyê paşverû ye û wiha dewam kir, "Serdestên ku bi hêza civakî ya berxwedana jinê ya azad zanin, baş pê zanin ku berxwedan û têkoşîna azadiyê ya jinê yekane alternatîf e ku wê tarîtiya serdema navîn ji holê rake. Ya ku îro pêşengiyê ji vê re dike jî tevgera jinên azad ên Kurd e.

Têkoşîna jinê û serhildana jinan a li dijî qirkirina civakê, li dijî tundî, mêtingerî, zayendîperestî û şer yekane rêya afirandina sîstema azad e."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku berxwedan û têkoşîna ji bo azadiya jinê tê dayin, bingeha çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê hemûyan e û hate gotin, "Berxwedana ku di şexsê Jîna Emînî de destpê kir, serhildana li dijî tundiya li ser jinê ye, hêza pêşeng a serhildana civakî ye.

Jin bi berxwedan û serhildanê weke hêza civakî pêşengiyê ji têkoşîneke radîkal a li dijî sîstemê dikin. Jin bi vê rola xwe dibin pêşenga esasî ya têkoşîna civakî û çareserkirina pirsgirêka azadiyê ya civakê.

Bi navê KCDK-E'yê di şexsê Jîna Emînî de em berxwedan û serhildana jin a azad silav dikin û bang dikin ku li her welat û qada em lê ne bibin dengê berxwedana jinê."