KCDK-E’yê li dijî dorpêçkirina Mexmûrê banga çalakiyan kir

KCDK-E’yê têkildarî dorpêçkirina Mexmûrê daxuyaniyek da û got: “Êrîşên dorpêçkirinê yên li ser Wargeha Mexmûrê berdewam in. Li paytextên ku nûnertiyên Iraqê lê ne, ji bo çalakiyên protestoyî em bibin seferber.”

KCDK-E’yê têkildarî dorpêçkirina Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem CûdÎ ( Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da. KCDK-E’yê diyar kir ku xelkê Mexmûrê tim li dijî êrîşa qirker bûye û canê xwe kiriye mertal 11 roj in ku bêyî sekin li ber xwe dide. KCDK-E’yê anî ziman ku li Mexmûrê xelk, jin, ciwan û pîr li ser pêyan in û banga çalakiyan kir.

‘LI WARGEHÊ HER KES DI XETEREYÊ DE YE’

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hatin diyarkirin:

 “Xendekên artêşa Iraqê ya paşverû kolane, xelk bi destên xwe dikole, ji bo astengkirina dorpêçê canê xwe dike mertal û li ber xwe dide.

Xelkê ji ber zilma dewleta Tirka axa xwe kiriye û li Wargeha Mexmûrê dijî, tevî ku di bin Kontrola Neteweyên Yekbûyî de ye, êrîş lê tên kirin. Her kesê li Wargeha Mexmûrê dijî rû bi rûyê xetereyeke cidî ye.

Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî êrîşên Wargeha Mexmûrê nabe ku mirov qebûl bike. Wargeha Mexmûrê, wargeheke sivîl e û di bin venihêrîna NY’yê de ye û lewma divê NY demildest dest di vê rewş wer bide. Ji wê boneyê em rasterast bang li NY’yê dikin.  Em KCDK-E’yê bang li NY’yê dikin ku bi erka xwe rabibe.

Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de ye, PDK’ya hevkar û hikûmeta Iraqê dor lê girtiye. Hikûmeta Iraqê ku dixwaze dora Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi têlan digire û dixwaz îzole û qir bike, ji 20’ê Gulanê ve gefên cidî li xelkê wargehê dixwe.

BARZANÎ JÎ HEVKARÊ VÎ PLANÊ QIRÊJÎ YE

Tevî raperîn û bertekên xelkê, xetere her ku diçe zêde dibe. Malbata Barzanî ku ji navikê ve bi dewleta Tirk ve girêdayî ye, dibe hevkarê vî planê qirêjî. Bi êrîşên dewleta Tirk û dorpêçkirina Malbata Barzaniyan a hevpar, tecrîd û îzolasyonê ji xwe re dikin armanc ku Mexmûr veguhere girtîgehê.

Xelkê Mexmûrê, wek her car li dijî vê êrîşa qirker canê xwe kiriye mertal û bi pêşengtiya Meclisa Gel a Mexmûrê, zarok, jin, ciwan û pîr li ber xwe didin.”

BANGA JI BO ÇALAKIYAN

KCDK-E’yê, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:

 “Em berxwedana rûmetyar a xelkê Mexmûrê ya li dijî qirkirinê silav dikin, me bang li gelê me yê li derveyê welêt ew e ku li xelkê Mexmûrê bibin xwedî. Me bang ew e ku li her cihê em lê ne berteka xwe ya demokratîk nîşan bidin û bila her kes dewleta Tirk û PDK’ya hevkar û rejîma Iraqê teşhîr bike.”