KCDK-E’yê ji bo tevlêbûna meşa li Parîsê bang kir

KCDK-E’yê diyar kir ku dewleta Tirk li Parîsê qetlîamek kir û Fransa jî ser vê qetlîamê digire û ji bo tevlêbûna meşê bang kir.

Hevserokên KCDK-E’yê bi wesîleya salvegera Qetlîama Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Vê qetlîama ku li nîveka Parîsê hate kirin û lêpirsînên li ser vê qetlîamê didin nîşandan ku ev qetlîam ji aliyê MÎT û Enqereyê hatiye kirin.  Lêpirsîna ku bi salan didome heta niha hatiye û hê encamek nehatiye bidestxistin. 9 sal ji ser qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd derbas bû. Fransa ji dêvila ku vê cînayeta li welatê xwe ronî bike, ser wê digire. 9 sal in parêzerên malbatên her sê jinên şoreşger ji bo ku doz dîsa were vekirin hewldanên xwe didomînin. Girtina dozê di warê navneteweyî de wekî skandaleke hiqûqê ye.

Bi pêşengiya TJK-E’yê îsal li Ewropa û li gelek welatên dinyayê bi şîara ‘Heta ku edalet di tariyê de be, Fransa sûcdar e’ di 5’ê Çileyê de çalakî, meş û mîtîng hatin destpêkirin. Di 8’ê Çileyê de jî li Ewropa û li gelek navendên dinyayê wê wê meş û mîtîngên protestoyê werin lidarxistin. Em KCDK-E xwedî li van çalakiyan derdikevin û bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bila tevlî çalakî û meşan bibin.”