KCDK-E’yê ji bo meşên 14’ê Tebaxê bang kir

KCDK-E’yê ji bo seferberiyê bang li hemû Kurdan û demokratan kir. KCDK-E’yê got “Li hemberî qirkirin, dagirkerî û faşîsmê em tevlî meşên di 14’ê Tebaxê de bibin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Li hemberî êrişên ku dewleta Tirk dibe ser Kurdistanê, divê hemû Kurd helwesteke neteweyî nîşan bidin û Kurdistanê biparêzin. Gelê Kurd û dostên wan divê bi ruhê seferberiyê di 14’ê Tebaxê de tevlî meşên li hemû welatên Ewropayê, Kanada û Evûstralyayê bibe.”

Di daxuyaniya KCDK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Axa Kurdistanê di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye. Faşîzma AKP û MHP’ê ji bo veşartina krîzê bi hemû metodên qirêj li Kurdistanê polîtîkayên qetlîamê didomîne. Artêşa Tirk a dagirker di van êrişan de bi ser nakeve, bi çekên kîmyewî sûcên şer dike.

Di heman demê de ji ser baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê jî li ser gelê sivîl terorê dike. Çend roj berê li gundê Sefawiyê ya Eyn Îsayê jî bi tankan li mala Zêdan Xelef El Isa dan. Di vê êrişê de ji heman malbatê 4 kes mirin.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê Tirkiye kiriye girtîgeha gelan û di heman demê de dixwaze şerê di navbera gelan de zêde bike û bi vî awayî ji xwe re li rêyên rizgariyê digere. Şewata daristanan dixe stûyê gelê Kurd û êrişên lîncê yên li ser gelê Kurd organîze dike.

Li Konyayê di qetlîama nijadperestî de kujer hatin teşwîqkirin û 7 kes hatin kuştin.

Li hemberî van qetlîam û êrişan di serî de meşa navendî ya Dusseldorf DEFEND Kurdistanê, tevlêbûna meşên di 14’ê Tebaxê de peywira hemû gelê Kurd, demokrat û şoreşgeran e.

EM Ê FAŞÎZM Û DÎKTATORIYÊ TÊK BIBIN

Wê ev meş bi organîzeya Defend Kurdistan, Ji Bo Yekîtiya Netewiya Kurdistan-Ewropa, ADBG a ku saziyên Asûr, Ermen, Çerkez, Laz, Elewî û Êzidî tê de cih digirin, were lidarxistin.

Di vê pêvajoyê de bêdengiya li hemberî polîtîkayên qetlîam û dagirkeriya li ser Kurdistanê tê wateya şirîkatiya qetlîaman. Divê li her derê xwedî li nirxên neteweyî û mirovî were derketin û li hemberî polîtîkayên dagirkerî û qetlîamê mirov dengê xwe bilind bike.

Ji bo dijberiya li hemberî dagirkerî, qirkirin, tecrîd û faşîzmê û ji bo xwedîlêderketina berxwedan û rûmetê divê her kes tevlî meşên di 14’ê Tebaxê de bibin.

Hemû Kurdistanî divê bi ruhê seferberiyê tevlî meşê bibin û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesteke neteweyî nîşan bide û Kurdistanê biparêze.

Hemû kesên ku li dijî şer aştiyê, li dijî faşîzmê demokrasiyê, li hemberî zextan azadiyê, li hemberî talana xwezayê ekolojiyê, li hemberî feraseta mêrserwer azadiya jinan diparêze divê tevlî meşên di 14’ê Tîrmehê de bibin û li hemberî Erdoganê dîktator dengê xwe bilind bikin.”