KCDK-E'yê ji bo 'Kombûna Gelan' a li Maastrichê bang kir

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li hemberî rejîma qeyûm em bang li her kesî dikin ku li Maastrichê dengê xwe bilind bikin."

Daxuyaniya Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê wiha ye: "Gel û beşên civakê ku beriya demeke kurt hev nas nedikirin, li dijî hev bûn û nekarîn ji bin bandora polîtîkayên dijberkirinê rizgar bibin, dest bi naskirina hev, dest bi xwenêzîkirina li hev û têkoşîna bi hev re kirin. Gelê me ku li dijî faşîzmê di nava demokrasiyê de li hev kom bûne, ne tenê qadên demokatîk ên jiyanê afirandine, di heman demê de rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ber bi têkçûnê ve birine.

Halbûkî bi biryara MGK'ê ya 30'ê Cotmeha 2014'an wê Tevgera Azadiyê ya Kurd bihata têkbirin, wê siyaseta demokratîk bihata tasfiyekirin. Plana êrîşa topyekûn ku dewleta Tirk di çarçoveya vê biryarê de dest pê kir, her didome. Bi têkbirina îradeya Kurdan, bi hilweşandina bajarên Kurdan xwestin Kurdistana dagirkirî careke din dagir bikin. Gelê me li dijî hemû şert û mercên nedemokratîk di hilbijartinê de şaredariyên xwe bi rêjeyeke bilind a dengan wergirt. Lê belê şaredariyên gelê me hatin desteserkirin, Plana Şark Islahat a 1925'an xistin dewrê, bi pêkanînên waliyê mêtingeriyê re îradeya gel desteser kirin. Di hilbijartinên Stenbolê de gelê Kurd kir ku faşîzma AKP-MHP'ê derbeke mezin bixe û têk biçe. Ev yek ji bo hêzên demokrasiyê bû hêvî. Serketina hilbijartinê ya stratejîk tirsa faşîzmê ya li ser gelên Tirkiyeyê ji holê rakir, kir ku rewşenbîr, nivîskar, mûxalîf, mirovên xwedî bawerî, hunermend, jin û siyasetmedar bi xwe piştrast bin û dikarin bi têkoşînê bi ser bikevin.

BI REYA QEYÛMAN MEJIYÊ XWE YÊ MÊTINGERIYÊ NÎŞAN DAN

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ditirse beşên civakê yên mexdûrên faşîzmê li hev kom bibin û têkoşîneke hevpar bimeşînin, ji bo li desthilatdariyê bimîne bi konsepta êrîşê hewl dide li ser piyan bimîne. Kurdên rêxistinbûyî ku bi hişmendiya siyasî ya jiyana azad û demokratîk têdikoşin, ji aliyê dewletê ve sed sal in weke astengiya li pêşiya jeo-stratejîk tên dîtin, lewma bi tenêhiştina Kurdan xwestin bi demokrasiyê bidin windakirin. Ji ber vê yekê di 19'ê Tebaxa 2019'an de bi tayînkirina qeyûman li Amed, Wan û Mêrdînê mejiyê xwe yê mêtingeriyê nîşan dan.

Rejîma faşîst a ku qeyûm tayînî şaredariyên bajarê mezin kir bi desteserkirina îradeya Kurdan a li Pasûr û Qereyaziyê careke din hewl da hebûna xwe bidomîne. Mîna her komkujî û qirkirinê careke din bi derewan û hîleyan tevgeriya, hewl dide bi aqlê gelên me bilîze, bi tevdana hesasiyetên civakê hewl dide HDP'ê krîmînalîze bike, civakê li dijî hev rake û bi vî rengî li desthilatdariyê bimîne, Kurdan jî qir bike. Lê belê bi piştevaniya gelê me û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê li Amed, Wan û Mêrdînê bi berxwedaneke mezin rejîm hatiye xitimandin û ji ber vê rewşa xwe ya xitimandî jî dixwaze bi konsepta êrîşa topyekûn encamê werbigire."

TÊKOŞÎNA GELAN A DI ÇARÇOVEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DE DIDOME

Di daxuyaniyê de der barê polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ya li dijî Rojavayê Kurdistanê hate gotin, "Tevî ku gelekî dixwaze dagir bike û lê serwer bibe, nikare bi pêş ve biçe."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî-Keldanî, Ermenî, Çeçen, Çerkez, Tirkmen, Misilman, Elewî, Xiristiyan, Êzidî, jin hemû di çarçoveya neteweya demokratîk de li hev kom bûne û bi hev re ji bo paşeroja xwe li ber xwe didin, têdikoşin.

Li gel polîtîkaya xwe ya dagirkeriyê ya li Rojavayê Kurdistanê her wiha xwest ku li Başûrê Kurdistanê jî armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne, lê bi ser neket."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bi polîtîkaya xwe ya qirkirinê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bûye aliyê şer û nearamiyê, Kurd jî bi perspektîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî hem li Tirkiyeyê hem jî li Sûriye, Iraq, Îranê bûne hêza aramiyê, li Ewropa û dinyayê jî bûne hêza bingehîn a aştî û demokrasiyê.

BANGA JI BO KOMBÛNA LI MAASTRICHÊ

Di daxuyaniyê de li dijî darbeya siyasî ya AKP-MHP'ê û li dijî operasyonên qirkirina siyasî û qeyûman bang li gelan û dostan hate kirin ku li ber xwe bidin û têkoşîna hevpar bimeşînin.

Her wiha ji jin û ciwanan, ji gelan hemûyan hate xwestin ku di 21'ê Îlonê de li Maastrichê bigihêjin hev û jiyana azad bi hev re ava bikin.