KCDK-E'yê Cejna Êzî pîroz kir

KCDK-E'yê Cejna Êzî ya Kurdên Êzîdî pîroz kir û ji bo statûya Şengalê bang li sazî û dezgehên Êzîdî kir ku bi berpirsyarî rabin.

KCDK-E'yê Cejna Êzî bi peymanekê pîroz kir. Di peyamê de hate gotin, ''Em hêvî dikin Cejna Êzî aştiyê, statû û azadiyê bîne nav gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdistaniyan.''

KCDK-E'yê di peyamê de bang li sazî û dezgehên Êzîdî kir û got, ''Bi çarçoweya vê cejnê, em bang li hemû sazî û dezgehên Êzîdî, rûspiyan û pêşengên baweriyê dikin ku ji bo yekîtî û rêxistiniyê bi berpirsyarî rabin, li nav Êzîdiyan yekîtiyê pêk bînin, ji bo ku statû û avakirina Şengalê pêk bînin li her deverê xwedî li Şengalê derkevin û berxwedanê geş bikin.

Em KCDK-E Cejna Êzî ya gelê me yê Êzîdî pîroz dikin, em hêvî dikin ku ev cejn ji bo gelê me yê Êzîdî û hemû Kurdistaniyan aştî, statû û azadiyê bîne.''