KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşên roja 26’ê Mijdarê kir

KCDK-E’yê banga tevlêbûna meşên li dijî qedexe û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê ku wê 26’ê Mijdarê bên lidarxistin, kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi daxuyaniyek nivîskî, banga tevlêbûna meşên li dijî qedexe û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê ku wê 26’ê Mijdarê bên lidarxistin, kir.

‘KURDAN BI TÊKOŞÎNÊ DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XISTIN’

KCDK-E’yê diyar kir ku Kurdan, li çar aliyên Kurdistanê bi fedakarî û bedelên giran, bi têkoşînê destkeftiyên hêja bi dest xistine û got: “Kurd bi biryar û rêxistinkirî ne ku azadî û statuya xwe bi dest bixin.“

Bi domdarî daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Têkoşîna azadiyê ya Kurdan, bi paradîgmaya xwe ya demokrasî, azadî, wekhevî û azadîxwaziya jinan li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji jiyana hevpar û şoreşa jinan re dike.

Armanca dewleta Tirk bi êrîşên bi ser Rojava, qirkirina Kurdan û xurtkirina komên çete yên mîna DAÎŞ’ê ye. Kampa holê bombe kir da ku çete jê birevin. Banga me li civaka navneteweyî ew e ku dengê xwe ji êrîş û polîtîkayên qetlîamê yên dewleta Tirk re bikin û dev ji polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan berdin. Bi rakirina ji holê ya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan hem zerarê dide têkoşîna ji bo demokrasî, azadî, wekhevî û azadiya jinan hem jî komên çete pê xurt dibin. Ev polîtîka ne bi tenê ji bo Kurdan û gelên herêmê lê ji bo hemû mirovahiyê xeternak in.

EM BIKIN KU SAZÎ TEVBIGERIN

Banga me ya KCDK’ê ew e ku hemû mirovahiya li cîhanê bi ruhê Kobanê bi Kurdan re bi hevparî têbikoşe û hêz û saziyên navneteweyî bilivîne da ku polîtîkayên qirêj rawestîne. Hem li dijî polîtîkayên krîmînalîzekirina Kurdan, hem jî li dijî qetlîama mêtingeran a li Kurdistanê û bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî divê hemû gel û dostên me bi ruhê Kobanê bibin seferber û heta gihîştina encamê bêyî navber li çalakiyên xwe demokratîk dewam bikin.

BANGA TEVLÊBÛNA MEŞÊN ROJA 26’Ê MIJDARÊ HAT KIRIN

Em KCDK-E, li dijî qedexe û polîtîkayên krîmînalîzekirinê yên Elmanyayê, bi tevlêbûna federasyonên FED-KURD Û FED-DEM’ê li Berlînê, bi organîzekirina FED-MED’ê û tevlêbûna eyaleta NRW’yê li Dusseldorfê wê bi diruşima ‘Qedexeya li ser PKK’ê rabikin, xizmeta ji bo aştiyê bikin’, li dijî qetlîamên li Rojhilatê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li Parîs, Londonê, Stockhol û Osloyê wê çalakiyên xwedî derketina li serhildana li Rojhilat û çalakiyên xwedî derketina li Rojava yên bi dirûşma ’Rojava rûmeta me ye’ wê çalakî bên lidarxistin. Em FED-GEL a Elmanyayê, FCDK-Kawa, bang li gel û dostên xwe yên li Awûstûrya, Danîmarka, Swîsre, Hollanda, Belçika, Başûrê Fransayê, Kanada, Kibris, Yewnanistan û Awûstralyayê dikin ku tev li çalakiyan bibin.“