KCDK-E: Sibe ji bo Ocalan li Stûttgartê!

KCDK-E ji bo meşa ciwanan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Stûttgartê banga tevlêbûnê kir.

KCDK-E'yê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku ciwan 5'ê Kanûnê Şemiyê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stûttgartê bi çarçoweya kampanyaya, ''Ji faşîzmê, dagirkeriyêre bes e! Ji Ocalan re azadî'' bimeşin û got, ''Em bang li gelê xwe, ciwanan, dostan, mirovahiyê, tevgerên çepgir û sosyalîst dikin ku bi rengekî aktîf tevlî meşê bibin.

Rêber Apo li dijî şer aştî, li dijî faşîzmê azadî ye. Azadbûna Ocalan wê miroviyê bi ser bixe.''

KCDK-E her wiha got meş 5'ê Kanûnê saet 15.00'an wê li Lautenschlagerstrê be.