KCDK-E: Peyama di 12'ê Mijdarê de hate dayin divê baş bê fêhmkirin

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK) bal kişand ser çalakiyên 12'ê Mijdarê yên li Dusseldorfê û gelek welatên Ewropayê û destnîşan kir ku peyama di van çalakiyan de hatiye dayin divê baş bê fêhmkirin.

KCDK-E'yê têkildarî çalakiyên 12'ê Mijdarê yên li Ewropayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî hatin lidarxistin û işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî hate kirin, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em seferberiya bi deh hezaran kesî pîroz dikin ku li dijî qirkirinê rabûn ser piyan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir, "Di serî de li Dusseldorfê, li Marsîlya û welatên din ên Ewropayê di meşên 12'ê Mijdarê de Kurdistaniyan tevî dostên xwe bi peyam, dirûşm û axaftina xwe helwest û biryardariya xwe nîşan dan. Divê her kes van peyamên ku bi deh hezaran kesî anîn ziman rast binirxînin û fêhm bikin.

Bi deh hezaran kesî gotin, gerîlayên azadiyê yên li dijî dewleta Tirk a qirker li ber xwe didin rûmeta me ne û paşeroja me ne. Êrîşa li dijî gerîlayên azadiyê êrîşa li dijî Kurdistanê û me hemûyan e. Bi vê têgihiştinê herikîn qadan.

Bi deh hezaran kesî gotin, berxwedana gerîlayên azadiyê berxwedana me ye. Li dijî dewleta Tirk a ku li gel êrîşên kîmyewî jî nikare pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigire, em ji her demê bêhtir di têkoşînê bi biryar in. Heta ku têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bi serketinê tacîdar bikin, em ê vê yekê dewam bikin.

Bi deh hezaran kesî nîşan dan ku wê hêzên bi dijmin re hevkariyê dikin û berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê Kurdistanê re dibînin qebûl nekin, li ber van hêzan rabin û li ber xwe bidin. Careke din raxist pêş çavan ku weke gel em xwedî wê hêz û têgihiştinê ne ku bi têkoşîna hevpar û yekîtiya neteweyî bibin xwedî statu. Ji nokeran û dijmin re nîşan dan ku sedsala heyî wê bibe sedsala azadiyê ya gelê Kurdistanê û herêmê û cihgirtina li gel têkoşîna gel sekna yekane ya bi rûmet e.

Di meşan de peyama gelê Kurdistanê bi rengekî eşkere ji hêz û saziyên navneteweyî re hate nîşandan. Peyama wê yekê dubare kirin ku bêdengiya li hemberî êrîşên mêtingeran ên li ser Kurdistanê, hêz û piştgiriyê dide komkujî û êrîşên dewleta Tirk.

Di serî de OPCW bang li saziyên navneteweyî yên pêwendîdar hate ikrin ku dest ji binpêkirina nirxên mirovahiyê berdin. Ji van saziyan hate xwestin ku bêyî dereng bikevin berpirsyariyên xwe bi cih bînin, heyetekê bişînin herêmê. Her wiha hate destnîşankirin ku heta ev bê kirin wê çalakiyên xwe yên demokratîk bênavber dewam bikin.

Ev peyama bi deh hezaran kesî dan, divê baş bê fêhmkirin, her kes polîtîkayên xwe yên têkildarî Kurdistanê di ber çavan re derbas bikin û bi bêdengî û piştgiriya xwe nebin hevparên komkujiyên li Kurdistanê.

Bi navê KCDK-E'yê em spasiya Kurdistaniyan, dostan, saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê, ADGB, navendên me yên civaka demokratîk, pêkhateyên me, xebatkarên çapemeniyê û medya dîjîtal dikin ku tevlî meşên bi heybet ên li Dusseldorf, Marsîla, welatên Ewropayê, Kanada û Awûstralyayê bûn."