KCDK-E li dijî êrîşên qirker ên Tirk banga seferberbûnê kir
KCDK-E'yê têkilî êrîşên qirker ên li ser Êzidiyan bang kir û got,''Em bang dikin ku li her deverê li dijî rejîma Erdogan têkoşîn were geşkirin û her kes seferber bibe.''
KCDK-E'yê têkilî êrîşên qirker ên li ser Êzidiyan bang kir û got,''Em bang dikin ku li her deverê li dijî rejîma Erdogan têkoşîn were geşkirin û her kes seferber bibe.''
KCDK-E'yê têkilî êrîşa terorî ya Tirk a pêr li ser sûka kevin û Nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê daxuyanî da.
KCDK-E'yê di peyama xwe de bang kir ku li dijî rejîma terorê ya Tirk têkoşîn were geşkirin û her kes ji biçûk û mezinan ve rabin ser xwe, li dijî qirkirina dewleta Tirk a li ser Êzidiyan bisekinin.
KCDK-E'yê bang li NY, PE, Konseya Ewropayê kir ku dawî li vê bêdengiya xwe li bara komkujiyên Tirk bînin, her wiha bang li hikûmeta Iraqê û rêveberiya xwecih a Başûr hate kirin ku dev ji polîtîkayên xwe yê bi hevkariya Tirk biqerin.
Di peyamê de wiha hate gotin: ''Em KCDK-E em bang li gelê xwe û dostên gelê xwe dikin, li dijî gefên domdar ên qirkirinê li her deverê li dijî rejîma ErdoganÊ dîktor têkoşînê geş bikin û seferber bibin.''